
Li Wanê Gulîstan Bîlgîç û Murat Saglik bi navê “Pîgment” atolyeya şêwekariyê vekir. Her du heval, dixwazin di dema pêş de gelek beşên hunerê li atolyeya xwe zêde bikin.
Mamosteyên şêwekariyê Gulistan Bîlgîç û Murat Saglik li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi navê “Pîgment” atolyeya xêzkirina wêneyan vekir. Her du mamoste ji Beşa Şêwekariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bûn, her çiqas li ezmûnan xebitîn jî lê tayîna wan a mamostetiyê derneket. Mamosteyan biryara avakirina vê atolyeyê da û diyar dikin ku ew ê di dema pêş de li ser beşên din ên hunerê alternatîf jî li karên xwe yê hunerî zêde bikin.
Armanc parvekirina zanînê ye
Gulistan Bîlgîç destnîşan kir ku ev 8 sal in bi xêzkirina wêneyan re elaqedar dibe û piştî zanîngehê, heta niha li ser avakirina atolyeyeke xêzkirina wêneyan difikirîn. Bîlgîç da zanîn ku ew û hevalê xwe Murat bi hev re kar dimeşînin û got, “Armanca vekirina atolyeyê ew e ku em zanyariyên xwe bi xwendekarên xwe re parve bikin. Em hem dixwazin fêr bikin û hem jî bi xwendekarên xwe re hîn bibin.”
Bîlgîç anî ziman ku ew ê di nava demê de gelek beşên huner li karê xwe zêde bikin û wiha axivî: “Me bi xêzkirina wêneyan dest pê kir lê ev ê siberojê mezin bibe. Di asta ewil de herkesî ev xebat eciband. Nêrînên hevpar û erênî hêzê didin me. Ti sînorê temen ji bo qeydiya kursê nîne. Her roj kurs vekiriye. Divê mirov ji şêwekariyê hez bikin. Bila kes nebêje ‘hunerê destan pêk nayînim.’ Her kes bi hezkirineke mezin dikare vî karî bike û em ê jî bi kêfxweşî fêr bikin.”
MA / WAN