Atolyeya sînemayê ku her sal ji aliyê Produksiyona Kolektîf a Sînemayê ya Mezopotamyayê ya 13’yê ve tê lidarxistin, îsal wê di 11’ê Mijdarê de dest pê bike. Atolye wê heta 12´ê Gulanê bidome û miracaetên ji bo atolyeyê jî wê heta 10’ê Mijdarê bên qebûlkirin. 

Atolye wê ji du beşan pêk bê. Beşa ewil wê di navbera 11’ê Mijdara 2017’an û 24’ê Çileya 2018’an de pêk bê û wê beşa duyem jî di navbera 14’ê Sibatê û 12’ê Gulana 2018’an de pêk bê. Xebat wê rojên çarşem û şemiyê bin û wê 3 saetan dewam bikin. 

Di beşa ewil de perwerdehiya di warê derhêneriya fîlman, senaryo, dîroka sînemayê, derhêneriya dîtbarî de û di beşa duyem de jî wê perwerdehiya di warê derhêneriya fîlman, senaryo, sêwirandin, montaj, belgefîlm, dîroka belgefîlman, ronahî û deng de bê dayîn. Dersên serdema ewil wê ji aliyê senarîst Huseyin Kuzu, akademisyen Zeynep Tul Akbal û Metîn Gonen ve bên dayîn. 

Xebatkarê produksiyonê Derhêner Veysî Altay, anî ziman ku di serdemekê de ku sînema hatiye monopolkirin, pirraniya mîhrîcanan bi feraseta dewletê tên lidarxistin, bi budceyên mezin rêzefîlm û fîlm tên çêkirin û tê de propagandaya faşîzmê tê kirin, ew hewl didin ku sînemeyeke alternatîf çê bikin û di vê çarçoveyê de jî sînemageran bigihînin. 

 

‘Ji bo hilberîneke kolektîf’ 

Xebatkara Produksiyon 13’yê Dîlan Toftîk jî anî ziman ku heta niha gelek kesan ji bo qeydê serî li wan daye û got: “Qeydên me wê heta 10’ê Mijdarê bidomin. Hevalên ku bi sînemayê re elaqedar dibin, sînemayeke kolektîf û azad çê dikin, ji bo sînemayeke alternatîf û kolektîf em li benda hemûyan in ku bên atolyeya me.” 


MA / STENBOL