
Xwendekarên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)’ê ji sala 2006’an ve dest bi xebatên Atolyaya hunerên destan û Resimê kirine. Di Atolyaya Şehîd Delîla de gelek xwendekar fêrî hunerên destan û rezimxêziyê bûne. Xwendekar di şert û mercên penabertiyê de bi eşqek mezin vî karî didin meşandin. Herî zêde jî jinên hunermend di vê atolyayê de cihê xwe digrin.
Ji 10 xwendekaran gihişt 70’yî

Mamostayê Atolyaya Şehîd Delîla, Cengîz Kara bibîr xist ku wan di sala 2006’an de bi 10 xwendekaran dest bi karê atolyeyê kiriye û wiha axifî: “Em piranî ji dibistanên Navîn bûn. Di şert û mercên penaberityê de em vî karî dimeşînin. Me bihevre gelekî ked da û di dawiyê de me berhemên bedew çêkirin. Piştre xwendekarên ku hunera destan dizanin jî tevlî vê atolyê bûn. Me bi 10 xwendekaran destpêkir û niha hêjmar gihiştiye 70’ê xwendekaran ku li vir dixebitin.”
Kara diyar kir ku armanca wan piranî meşandina xebatek hunerî ji bo xwendekarên di wargehê de ye û wiha pêde çû: “Em dixwazin şêwekariya Kurdî pêş bixin. Bi taybet em dixwazin herî zêde ciwan vî karî bikin.”
Afirandin û xemilandina hizir û fikir
Xwendekara jin a bi navê Derya Ozgun jî ku ji sala 2007’an de tevlî xebatên Atolyayê bûye wiha got: “Ez hemû şêweyê wêneyan çêdikim, xweza, mirov, carnan penabertî, carnan jî dixwazim êşên jinan çêbikim. Jin bingehê civakê ye û diafirîne. Peywendiya jin û hunerê gelekî bihevre zindî ye, ji ber ku huner jî afirandine. Huner afirandin û xemilandina hizir û fikir e. Huner aramî dide mirov û bi taybet dema mirov wêneyan dikşîne pir aram û rihet dibe.”
Derya Ozgun dazanîn ku ew dixwazin civak bi hunerek azad were perwerdekirin û wiha domand: “Nabe civak bi hunera pergala kapîtalîzmê were perwerdekirin. Ez pêşniyar dikim hemû zarok bi hunerê re elaqedar bibin û bi wê re mezin bibin. Dixwazim mijarên wek çand û huner, penabertî û êş û jana jinan di wêneyên xwe de nîşanî hemû cîhanê bidim.”
Dîsa yek ji xwendekara wargeha Şehîd Rustem Cûdî ku di Atolyaya Şehîd Delîla de resiman çêdike dike, Bêrîvan Benek wiha axivî: “Berhemên min hemû bi reng in. Ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku di cîhanê de gelek tarîtî hene. Em dikarin wê tarîtiyê bi wêneyan reng bikin.”
Hîlal Kilim xwendekarek din a Atolyayê ye û wiha behsa kar û xebatên xwe kir: “Ez ji sala 2011’an ve di Atolyaya Şehîd Delîla de dixebitim. Ez tabloyan çêdikim û piranî mijarên wek penabertî, jin û xemlên civakê derdixim pêş. Karê ez dikim hunera destane, li ser tabloyan neqişan çêdikim. Hêviya min ewe jinên di çeperan de li dijî dijminan şer dikin, her tim serkeftî bin. Ez di tabloyên xwe de dixwazim bedewiya wan a di nava şer de nîşan bidim. Bedewî û rûgeşiya wan tabloyên min dixemilîne.”
ROJNEWS / MEXMÛR