Atolyeya Mafên Mirovan û Sînemayê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê ve, di çarçoveya Bernameya Diyaloga Civaka Sîvîl de ji aliyê Yekitiya Ewropa û Wezareta Yekitiya Ewropayê ve tê meşandin û bi hevkariya Baroya Wanê û DW-RS Producties-Hollandayê ve li Tirkiyeyê li 14 bajaran tê meşandin dê li Amedê jî bê pêkanîn.

Bernameya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî piştgiriyê lê dike, dê di navbera 5-8’ê Mijdara 2015’an de li Wargeha Fîdanlixê ku penaberên Şengalî lê dimînin were pêkanîn. Xebata atolyeyê sê rojan dê bi 20 zarokan re bête meşandin û di encama wê de ev zarok dê fîlmekî bikêşin.  


Atolyeya pirtûka zindî

Şarederiya Mezin a Amedê berî festîvala Şanoyê ya ku di navbera 15-22 Mijdarê de pêk tê de atolyeya pirtûka zindî da destpêkirin. ji alîkî amedekeriya festîvala ku 15-22 Mijdarê de pêk were tê qedandin alîkî din jî di çarçevoya festîvalê de Şanoya BeReZe di Salona Pêşengeha ya Serokatiya Daîreya Çandê de atolyeya pirtûka zindî da destpêkirin. Mamosteyê atolyeyê şanoger Erkan Uyaniksoy diyar dike ku armanca atolyeyê di zarokan de pêşxistina hobûna xwendinê ye û bi rêya kesîdeyî kirina pirtûkan diwazin xwendina pirtûkan ji zarokan bidin hezkirin. Her wiha Uyaniksoy derbirî ku niha ji bo zarokan pirtûka zarokan a navdar “Mîrzayê Biçûk” didin kesîdeyî kirin. 


 AMED