
'Daxwaza hînbûna Kurd zêdetir dibe'
Atolyeyên zimanê Kurdî yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hefteya pêşiya me dest pê dike. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî li ser atolyeyan wiha axivî: "Her sal di payîzê de, xebatên me yên atolyeyî yên hînkirina ziman berdewan dikin. Heta niha nêzîkî 250 kesî serî li me dane. Em wan ji aliyê astê ve dabeş dikin û li gorî vê jî em êdî dest bi hînkirina ziman û xebatên atolyeyî yên li ser ziman bikin." Farqînî da zanîn ku heke derfetên wan ên fîzîkî destûr bidaya, dê wan bikariya zêdetir serlêdanan bipêjirînin. Lê tevî her tiştî serlêdan û eleqeya li atolyeyên Kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Farqînî, kêfxweşiya xwe ya serlêdanan wiha anî ziman: "Cihê dilşadiyê ye ku xwendekarên unîversîteyan xwedî rêjeyeke zêde ne di mijara serlêdanê de. Çima ez vê yekê dibêjim; ji ber ku zarok û gênc yanê xort dahatûya miletekî ne. Ji bilî Kurdan kesên biyanî yên wekî amerîkî, îtalyanî û kesên ji miletên din jî kes hene. Ew jî bi taybetî ew kes in ku li ser mijarên bi Kurdan re eleqedar master û doktorayê dikin û dixwazin di wan waran de xweyî kariyereke akademîk bi dest bixin."
'Atolye li gorî 4 astan tên sazkirin'
Farqînî da zanîn ew atolyeyên xwe li gorî ast û dereceyan saz dikin û 4 astên wan hene û wiha berdewam kir: "Asta 1'emîn ji bo kesên ku qet bi Kurdî nizanin û kesên ku kêm bi Kurdî dizanin, tê sazkirin. Asta 2'yemîn ji bo kesên ku ji aliyê axaftinê ve pirsgirêkên wan nîn in, belkî ji aliyê zimanê nivîskî yê standart ve tengasî û kêmasiyên wan hene, tê sazkirin. Asta 3'yemîn ji bo kesên hem zimanê nivîskî baş dizanin, lê dixwazin li ser dîroka Kurdî, wêjeya Kurdî, zargotina Kurdî û warên berfirehtir ên gramerê xwe bi pêş ve bibin, tê danîn. Wekî dawî, asta 4'emîn jî ji bo wan kesan e ku êdî gihiştine asteke wisa ku dixwazin ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve, ji aliyê nivîsandina makaleyên akademîk ve xwe bi pêş ve bibin."
'Pirzimanî zengîniyek e'
Farqînî got ku niha li Tirkiyê tê gotin ku dev ji felsefe û ferasata destpêkê ya monîst-yekxwaz hatiye berdan û êdî dê bi awayekî plûralîst-pirxwaz li meseleyên Tirkiyê were nihêrtin. Farqînî anî ziman ku çawa ku ji aliyê sosyolojik ve civak ne yekreng e, nexwe divê mirov di wan çareseriyan de ku ji bo wan pirsgirêkan tên xwestin werin peydakirin jî bi awayekî sosyolojik tev bigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vî awayî, bi awayekî pirrengî, pirdengî, pirçandî, pirbîrûbawerîtî, pirzimanî li wan meseleyan bê nihêrtin, ji ber ku berê jî li vê cografyayê ev tişt hebûn, niha jî li dinyayê perwerdehiya pirzimanî heye." Farqînî bal kişand ku nîqaşeke şaş tê kirin ên wekî "Kurd tenê û tenê dixwazin bi zimanê perwerdehiyê bibînin." û wiha bilêv kir: "Tevgera siyasî ya Kurd jî, siyasetmedarên Kurd ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin jî dibêjin ku 'Em ligel zimanê tirkî dixwazin zimanê xwe yê dayikê jî hîn bibin, pê perwerdehiyê bibînin.' Yanê perwerdehiyeke pirzimanî tê daxwazkirin. Pirzimanî jî zengîniyek e."
'Divê qada jiyanî ya ziman vekirî be'
Farqînî destnîşan kir ku heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, asîmîlasyon berdewam e û heta ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nebin, ew berdewamiya asîmîlasyonê bi xwe ye û wiha lê zêde kir: "Tenê bi perwerdehiya bi zimanê dayikê jî nabe. Divê qada jiyanî ya ziman vekirî be, tu astengî jê re nebe ku bikare jiyana xwe berdewam bike." Farqînî herî dawî wiha got: "Bi rastî gava ku mirov li helwestên dewletê dinêre, çi dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî tişt tên nîqaşkirin, em dibînin ku ne tenê partiya îqtîdar, her wiha partiyên din li ser nedana mafên Kurdan dibin yek. Naxwazin zimanê Kurdî, nasnameya Kurdî, çanda Kurdî, bi çanda tirkî û yên serdest re bibin xwedî heman mafî. Lê heke ku mirov gelekî nas neke, maf û azadiya wan asteng bike, azadiya wan kêmtir û sînordar bike, ev nişana nîyeta berdewamkirina felsefe û siyaseta avakirina komarê bi xwe ye."
DÎHA/STENBOL