Di çapemeniya Ewrûpayê de ji kovara Focus a Elman heta bi rojnameya Ingilîz Expressê, nûçeyên ku xwe dispêrin kesekî bi navê Abdullah Bozkurt, tên belavkirin. Li gorî van nûçeyan Erdogan plan dike ku bi dizî sîlehên atomî bi dest bixe. Bozkurt wekî rojnamevanekî rexnegirê li Erdogan û AKP´ê tê pênasekirin. Lê belê behsa wê yekê nayêkirin ku nûnerê Today Zaman ê Enqereyê bû, û beriya şerê di navbera AKP/Erdogan û Fethullah Gulen de vê rojnameyê şêwirmendiya hikûmetê di warê êrişên li dijî Kurdan dikir.

Bi her halî ya girîng ew e ku ji ber van têkiliyên qirêj ên berê, muhtemel e ku ev agahiya hanê rast be û Bozkurt bi rêya zilamên xwe yên hîna jî di nava saziyên dewleta Tirk de xwe gihandibê vê agahiyê. Li gorî nûçeyan ji ber têkiliyên xirab ên bi Yekîtiya Ewrûpa û welatên NATO´yê re Tirkiye, nexasim jî Erdogan dixwaze cebilxane û artêşa xwe mezin bike û di nava armancên wî de bidestxistin bombeyên atomî jî heye.

Ev nûçe ji devê Bozkurt îdîa dikin ku li enqereyê planên bi rastî yên veşartî hene ji bo bidestxistina sîlehên tinekirina girseyan, di navê de jî bombeyên atomnî jî. Li gorî wî, şêwirmendên nêzî Erdogan ev mijar minaqeşe kirine.

Pisporekî ji Thinktank a Emerîkî ya ji bo Weqfa Bergirî û DemokrasiyanAyhan Erdemir ku kevne parlemanterekî Tirk e jî van îdîayan piştrast dike û dibîje, Erdogan vê gelekî dixwaze lê kapasîteyên wî nînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN