Aung San Suu Kyi bi xwe jineke Budiste û ji sala 1980 ve li hemberî şîdetê û ji bo demokratîkbûna Burmayê dixebite. Di sala 1991’ê de Xelata Nobelê distîne û ji bo têkoşîna meşand hêjayî gelek xelatên cûda hate dîtin. Herwiha di sala 1990 de Xelata Parlamena Ewropayê ya Sakarov stand. Piştî 15 salan di 2010’an rêveberiya eskerî wê ji zindana malê (çavdêrî) derdixîne.
Di sala 2012’ah de Aung San Suu Kyi di hilbijartinan de wek parlamenter tê hilbijartin. Her tim astengiyên mezin ji bo karê wê derxistin û nehîştin derkeve derveyî welat. Di Gulan a 2012’an de cara yekemîn piştî 24 salan hate qebul kirin ku karîbe derkeve derveyî welat.
Gelek caran dewletên Ewropa û Amerîka ji bo azadiya Aung San Suu Kyi nerazîbûnên xwe nîşan dan û tekoşîna wê pîroz kirin. Ev rewşa jineke siyasetmedar ku di bin zexta rejîma cuntayê de têkoşînê dide, ji hêla dinyayê ve tê nîqaş kirin.
Guatanamo jî zindaneke li ser graveke li Kûbayê, ku ji hêla Amerîka ve tê birêvebirin e. Li Ewropayê dengekî mezin li hemberî vê zindanê derdikeve û dibêje bila zindan Guatanamo were girtin.
Îro li Îmraliyê zindanek li ser giravê ku birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di bi tecrîteke giran de tê hiştin û hamî mafên wî ji destê wî hatin standin. Ne Ewropa û ne jî Amerîka çawa gorî Burmayê xebat kirin, an li hemberî Guatanamoyê derdiketin, ji bo Îmraliyê jî dengê xwe derxistina wê demê Îmraliyê jî wê bûbana rojev û mijara girtin yanjî gûhertinan. Ev 11 mehin tecrîdeke giran li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin û herkes bêdenge.
Azadiya Aung San Suu Kyi û têkoşîna wê gerek bibe mînak ji Tirkiyeyê re jî, heriçiqas girtin û zindana malê jî hebe, herî dawiyê San Suu Kyi azad bû û niha jî parlamentere. Niha dor tê Îmraliyê û azadiya birêz Abdullah Ocalan. Pêwîste herkes ve dîrokê baş binirxîne û wiha dewam jî bike, ferqa cûntaya Burmayê û Tirkiyeyê namîne ji hev.