
Ji pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin pê ve li herêma Kurdistanê dewletê lez da ku çêkirina bendavan zêde bike.
Ji ber ku di qonaxa yekemîn a pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk de vekişîna gerîlayan hebû, hikûmeta Tirk dixwaze bendavan çêbike û riya gerîlayên azadiyê bigire. Di vê pêvajoya hesas de divê gelê Kurd li hemberî çêkirina bendavan bisekine û helwesta xwe ya li dijî bendavan bide nîşandan.
Bendavên li Kurdistanê
Dema mirov çavdêriyeke li herêma Kurdistanê bike dê derkeve holê ku li her bajar, navçe û gundên Kurdistanê bendav hatine çêkirin. Hikûmeta Tirk her tim di çapemeniya xwe de dibêje ku ji bo aboriya Tirkiyeyê baş bibe em bendavan çêdikin. Lê belê di esasê xwe de bendavên li Kurdistanê tên çêkirin, dîroka hezar salan winda dikin. Civakeke bê dîrok civakeke mirî ye. Her wiha bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê re, dewlet hewl dide ku çêkirina qereqol û bendavan zêde bike. Armanca hikûmeta Tirk ew e ku bi çêkirina bendavên li herêmê riyên gerîlayên Kurdistanê bide girtin û dîroka gelê Kurd dibin avê de bihêle.
Li hemberî tunekirina xwezayê û dîrokê, gelê Kurd her tim li hemberî çêkirina bendavan serî netewand, çavên xwe negirt û li ber xwe da.
Li hemberî sekna gelê Kurd hin caran dewletê paşve gav avêtibe jî di esasê xwe de dev ji van polîtîkayên tunekirinê yên gelê Kurd hêj bernedaye û hêj di çêkirina tunekirina gelê Kurd de li ber xwe dide. Ji ber vê sedemê divê gelê Kurd li hemberî çêkirina bendavan bisekine û di karên bendavan de nexebite û kesên ku bixebitin jî bide hişyarkirin.
Pêvajoya çareseriyê
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 21’ê Adarê de li Newroza Dîrokî ya Amedê de xwendin de pêvajoyeke nû dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe de diyar kiribû ku ‘êdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye.’ Bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di qonaxa yekemîn de vekişîna gerîlayan hebû.
Gerîlayên azadiyê piştî banga Rêberê xwe dest bi vekişînê kirin. Lê belê li hemberî pêvajoya nû ya demokratîk, dewleta Tirk cihê ku ji bo pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk gavan biavêje lez dide ku li herêmê bendavan zêde bike. Ev çêkirina bendavan di esasê xwe de sabotekirina pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk e.
Gelê Kurd ev 40 sal in ku êdî dikare li mala xwe, li tax û kolanên xwe, li her deverên jiyanê bi hev re bi zimanê dayikî biaxive. Ji ber wî jî ji bo ku gel bi awayeke azad bijî divê xwedî li pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk derbikeve û li hemberî çêkirina bendavan li ber xwe bide. Xwedîderketina li pêvajoyê xwedîderketina li dîroka gelê Kurd e û azadbûna gelan e.
Di pêvajoyek wiha hesas de divê gel êdî sekna xwe bide nîşandan. Li hemberî çêkirina bendavan sekinandin gaveke ji bo jiyaneke ekolojîk e.
Pirsgirêkên avakirina bendavan
Pirsgirêkên pêvajoya avakirina bendavan û piştî avakirina bendavan yên li ser xweza mirov û dîrokê jî dikarin wiha werin rêzirin.
Pirsgirêkên beriya avakirana bendavan wiha ne:
- Ji cihê avakirinê barkirina mirovan û di cihên nû de bicihbûna wan.
- Texrîbatên war û taybetiyên civakî û çandî.
- Texrîbkirina xwezayê.
Pirsgirêkên piştî çêkirina bendavan çêbûn wiha ne:
- Erdên çandiniyê ku di bin avê de dimînin.
- Daristanên ku di bin avê de dimînin.
- Texrîbatên li ser jiyana kûviyan.
- Kêmbûna madeyên baş ku bi herikandina avê li xwezayê belav dibin.
- Kêmbûna avê.
- Zêdebûna nexweşiyan.
- Zêdebûna erozyonê.
- Ji ber baş neavakirina bendavan zirarên ku ji zelzeleyan tên.
- Çolbûn û bixwêbûna axê.
ŞOREŞ OLÇEN / AMED