Kurd li hemberî şerekî giştî, di nava têkoşîneke giştî de ne.
Li welat û derveyî welat; geh li Başûrê Kurdistanê ne, geh li Ewropa ne, geh li Emerîka ne. Ji aliyekî ve dîplomasiya navxweyî dimeşînin, ji aliyê din ve dîplomasiya navneteweyî. Ji aliyekî ve,li hemberî şerekî bê exlaq têkoşînê dikin, ji aliyê din ve li dijî siyasetek bê exlaq têkoşînê dikin.
Di van rojên ku operasyonên eskerî zêde bûne, operasyonên siyasî jî ji bajaran dirêjî gundan bûne û hejmara Kurdên di zindanan de her diçe zêde dibin.
Guman dikim ku ti gelê din mîna gelê Kurd, di nava jiyaneke bexîl û bextreşiyê de têkoşîna azadiyê nekirine û bi xewnên têbayî re rû bi rû nemane. Ji ber ku aliyekî Kurdan bi dijminê hundir, navxweyî dagirtî ye; aliyê din yê gelê Kurd bi dijminên derve dagirtî ye.
Îro ava reş ku, li hundir xewn û xeyalê gelê Kurd dike nava gevzeka fetsinok, bi tevger û hewldnaên dijminên dagirker ketiye nava haraketê. Ava reş, wek mirina reş e û ji hundir ve bedena mirovan pûç dike.
Lewma Komediya Îlahî ya Dantê aliyekî Kurdan e... Siyaseta Machavellist aliyekî din ya Kurdan e... Aliyê sêyemîn jî, bûyerên rojane ku mirov dikare bi navê welatê Tewratê bi nav bikê ye.
Desthilatdariya AKP’ê, di siyaseta aşûfteyî de û dek û dolabên bi şantaj de hosta bûye.
Bi hatina Biharî re, geh gotinên bi hêvî diavêje holê, geh dîplomasiya birakujiyê dide meşandin, geh ala siyaseta cîhanşumulî dibalivîne.
Di wan rojên ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî li Enqera bû, mirovekî got, “dema ku Birêz Barzanî diçe Enqerê, ez li vir ditirsim.” Serdana lîderekî Kurdan ya ligel payîtexta dijminê serkêş, gelo li kolanên Burkselê çima Kurdekî dike nava tirsê? Ev pirs, ji bo Kurdan pêlên “ava reş e” û mîrateyeke ne baş destnîşan dike. Lewma bextreşiya Kurdan, aliyê Komediya Îlahî ya Dantê ye.
Di van rojên ku serokwezîrê Tirk Erdogan û wezîrê karên derve Ahmed Dawudgolu di heman demê de, derdikevine pêşberî kamera û sloganên “dewleta cihanî” diavêjin holê, siyaseta machiavellîst tê bîra mirov.. Bi girtina generalan û fermandarên payebilind yên artêşê, rojeva hundir diguherin, ji aliyekî ve jîtirsê diafirînin, ji aliyê din ve, hêza xwe ya di nava xelekên dewletê de bi hêz dikin.
Lê Erdogan û avaneyên wî, di eniya Kurdan de jî vala ranawestin.
Ji bo ku eniya siyasî ya Kurdan mijul bikin, çirîskên hêviyê diavêjin nava gelê Kurd û di jiyana rojane de, ji bo serê mirovanên Kurd tevlîhev bikin jî, barana şerbeta li gorî hêviyên gelê Kurd direşînin. Pêşkên hêviyên bi şerbeta rehawet û xapandinê, mixabin Kurdan jî mujil dikin.
Aliyê din ku dixwazin bi Kurdan bidin qebûl kirin, tecrîda 10 mehan ya Imralî ye û operasyonên ku li tevahiya xaka Kurdistanê didine meşandin in. Tecrîd, êrîşa li dijî îrade, pîrozî û nirxên gelê Kurd e, operasyon jî kuştina ciwanên Kurd e. Aliyek dil dikuje, aliyek kezeb û cegerê dikuje.
Erdogan û şûreka wî, di şerê bê exlak de, hêviyên siyaseta bi exlak bela dikin û komên xlekê pasîfîze dikin. Di ti dem û dewranan de Tirkiyê hewqasî ne ketiye nava tevgerên anarşîst û faşîstî. Aliyekî Enqerê arnarşîzmê diafirîne, aliyê din jî faşîzmê... Anraşîzma siyasî, bingeha faşîzmê diafirîne û kiryarên tewratî jî meşrû dike.
Di ti demûdewranan de gelê Tirk, belê gelê Tirk, hewqasî ne hatiye berteref kirin û di nava ferên aşê siyasî de ne hatiye hêrtin û hişmendiya Tirk (rewşenbîrî, entelektuelî) hewqasî ne hatiye xesandin. AKP’ê, Tirkiyê, kirina mazatê û her diçe rekiha reş de dîl digire. Ev her du kiryar, Tirkiyê ber bi parçebûnê dibe.
Wezîêr kaêrn derve Ahmed Dawudoglu li Elezîzê, got “Tirkiye ber bi dewletek cîhanî diçe”. Erdogan jî, gunehkariya CHPê û heyama şefîtiya Îsmet Inonû dike ala propagendeya xwe û dibin cilê de qirkirina gelê Kurd dijwar dike.
Ji aliyekî ve siyasetê “şefkat”e, ji aliyê din jî zulumkarî ye..
Ji aliyekî ve hêviyan bela dikin, ji aliyê din ve bizmaran li tabutan didin.
Li Tirkiyê, aliyê civakî têk çûye û hişmendiya civakî jî nemaye, aliyê otorîteya kesyaetiya bi exlak haitye kuştin. Hêdî hêdî exlaqê civakî jî tê kuştin.
Ev pêvajoyeke metirsînî ye. AKP’e dixwaz eku bedena Kurd ku, di nava 30 salan de, bi berdêlên girnabiha hatiye sakzra kirin û Kurdkeî nû yên bê tixub/sinor û ne parçekirî hatiye avakirin, care din parçe bike.
Ji bo vê jî ha ha ava reş pêl bi pêl bi ser gelê Kurd de direşîne.
Ava Reş dilê AKP’ê reş kiriye