
Belgefilma bi navê 'Ocalan û Mijara Kurd' a derhênerê ji Kosta Rîka Luis Miranda, wê êvara 10'ê Sibatê saet 23:30´an di kanala televîzyonê ya ewrûpî ARTE ya bi zimanên Elmanî û Fransî weşanê dike, derkeve pêşberî temaşevanan.
Pirsgirêkên dîrokî û rojane yên gelê Kurd bi dewleta Tirk re û lêgerînên aştiyê, di bin navê 'Ocalan û Mijara Kurd' de bû mijara belgefilmeke 55 deqîqeyan dirêj. Belgefilm wê piştî weşana li kanala ARTE ya ji aliyê Elmanya û Fransa ve tê destekkirin, li WDR TV a Elman, VOSGES TV û televîzyonên Kurd bê weşandin.
Belgeyeke filmî ya pirsgirêka Kurd
Di belgefilmê de tê destnîşankirin ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn di roja 'hindikahiya diyarker' de ye û piştî bibîrxistina rewşa Kurdan a li Iraq, Îran û Sûriyeyê, tê diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê wextekê ji aliyê Tirkên li Tirkiyeyê ve weke 'dijminê sereke' dihat dîtin, li herêma lê tevlîhevî heye dikare bibe 'avakar û dengê aştiyê.'
Belgefilma ku bi dîmenekî ji Çiyayê Nemrûdê ji çûyîna ava ya rojê destpê dike, pirsgirêka Kurd û pêkanînên li dijî Kurdan li Tirkiyeyê vedibêje, piştre nêzîkatiyên Serokkomarê berê yê Tirk Tûrgût Ozal ên ji bo çareseriyê, dema Suleyman Demîrel a ji vê re bû asteng, agirbesta PKK'ê ya sala 1993'yê, rola lîderê kurd Celal Talabanî ya di vê pêvajoyê de, zexta ji bo derxistina Ocalan ji Sûriyeyê, pêvajoyên Kenya, Îmrali û Oslo jî di belgefilmê de tên nirxandin.
Di Belgefilmê de nêzîkatiya AKP'ê, Erdogan û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li pêvajoyê ji aliyê rojnamevan Cengîz Çandar û Nûnerê Koma Krîzê ya Navneteweyî yê Tirkiyeyê Hûgûe Pope tê nirxandin. Derhêner Miranda ragihand ku ew dixwaze bi giranî welatiyên li Rojavayê Tirkiyeyê li belgefilmê temaşe bikin û bi vî rengî bala wan bikşîne ser mijarê.
´Min diyarî Rojbîn kir´
Mîranda, ku li Rojava di sala 2012'an de dîmenên belgefilma xwe kişandin û cih da êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, anî ziman ku ew vê berhema xwe diyarî Fîdan Dogan a ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê li gel Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hat qetilkirin, dike. Miranda got, "Dema min nû dest bi vê belgefilmê kir, di gelek mijaran de alîkarî bi min re kir. Me têkiliyeke dostane dabû rûniştandin." Di belgefilmê de serî li nêrîna Wezîra Karên Derve ya DYE´yê Medelîne Albrîght, parêzerê Komkujiya Parîsê Antoîne Comte û gelek nûnerên Kurd tê dayîn.
Miranda ku ji 17 saliya xwe û vir ve bi awayekî serbixwe belgefilma çêdike, piştî Rojnivîsên Brezîlya, Şerê Bosna Hersek, beriya bi du salan fîlmeke bi navê "Cîranê min ê Kurd" kişandibû û fîlm di televîzyonên Fransayê de hatibû weşandin.
HUSEYÎN ELMALI / ANF / STRASBOURG