Piştî rizgarbûna Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê nêzî sed hezar mirov vegeriyaye navend û gundên Kobanê. Lê belê ji ber êrîşan, bajar vergeriyaye wîraneyê û gel di şert û mercên giran û bêderfetiyeke mezin de, hewl dide jiyanê ji nû ve ava bike.  Wezîrê Tenduristiyê yê Kobanê Nessan Ahmed  têkildarî rewşa gelê ku vegeriyaya Kobanê, pêwistiyên lezgîn ên gel, proje û hewldanên jinûevakirina Kobanê û xebatên dîplomatîk yên li Ewropayê dimeşinîn de ji rojnameya me re axivî. 


Rewşa gel ê vegeriyaye Kobanê çawa ye? Bi taybetî di mijara tenduristeyê de pirsgirêkên çawa tên jiyîn?

Kobanê xerabe ye, ji sedî 80 wêran bûye. Rewşa nexweşxaneyan jî bi heman rengî ye. Hin ji wan bi tevahî rûxiyan e, yên din jî ji sedî 60-70 wan rûxiya ne. Amûrên van newxeşxaneyan jî hatine talan kirin. Karê tenduristiyê li avahiyên normal tê kirin. Hin mal mîna nexweşxaneyên tên bikar anîn. Her wiha hin xizmetên tenduristiyê jî di çadiran de tê dayin. Li Kobanê pêwistîya herî mezin, çareserkirina rewşa tenduristiyê ye. Zarokên Kobanê bi mehan e, ku ne ne hatine derzî kirin. Nexweşên kronîk ên mîna tansiyon, şekir gelek pêwistiyên wan hene lê ev pêwistî nayên pêşwazî kirin….


Kobanê rizgar bû lê gelek cesedê DAIŞ'iyan li Kobanê man. Ev yek jî alî tenduristiyê de bajar dike nava xetereyekê. Ji bo vê yekê xabat an projeyeke we heye?

Gel rojane vedigere Kobanê. Heta niha 70-80 hezar mirov vegeriya ne, navend û gundên Kobanê. Hin saziyên navnetewî yên mîna Doktorên Sînornenas, Heyva Sor a Kurdistanê karê xwe dikin. Bi sedan cesedê çeteyan di bin avahiyên rûxiyane de mane. Ev yek dikare di dema pêş de rê li ber nexweşiyên vegirî (ebidemi) veke. Dîsa gelê li Kobanê ava bîran bikar tîne. Bir jî ne gelekî kur in û mumkun e bermayiyên cenazeyan tevlî ava bîran bibe. Ji xwe berê jî ji ber ava bîran nexweşî bi taybetî li zarokan peyda dibûn. 


Di mijara jinûveavakirina Kobanê de tenduristî çawa tê nirxandin. Ji parçeyên Kurdistanê û ji qada navneteweyî derbarê xebatên tenduristiyê yên li Kobanê de piştgiriyek heye gelo?

Li Amedê kongreyek bi mijara avakirina Kobanê çêbû. Li wir komîteyek ji 15 kesan ava bû. Bi înîsiyatîfa vê komîteyê, komîte û komên xebatên wê werin avakirin. Komîte û komên xebatên yên avê, tenduritistiyê û her wekî din. Heta dawiya Tîrmehê jî li Ewropayê bi mijara jinûveavakirina Kobanê kongreyeke navneteweyî wê were lidarxistin. Projeyên dema pêş yên ji bo tenduristiyê jî wê di vê kongreyê de zelal bibin. Heta niha piştgiriya tendurisiyê ji bo gelê Kobanê ji aliyê gelê me yê Bakûrê Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin. Ji dermanan heta bi amûrên tenduristiyê, hatin pêşwazî kirin. Her wiha mîna li jor jî min qal kir saziyên mîna Doktorên Sînornenas, Medico Înternational, Heyva Sor a Kurd gelek malzeme û derman anîn, her wiha  jî xizmet û piştgiriyê jî didin. Piraniya alîkariya tenduristiyê ji Bakûr tê, hinek ji van saziyên me qal kir û hinekî jî em dikirin. Di mijara piştgiriya tenduristiyê de heta vê gavê ji Başûrê Kurdistanê tu alîkarî ji Kobanê re ne hatiye şandin. Hin daxwaziyê şandinê hebin jî hinekî zahmet e. Di ser Kantona Cizîrê re nikarin bişînin, her wiha di ser Tirkiyeyê re jî ji ber astengiyên dewleta Tirk nikare were şandin. 


Mîna rêveberiya Kantona Kobanê ji bo çereserkirina pirsgirêkên tenduristiyê hûn xwedî projeyên çawa ne?

Di vê mijarê de me projeyeke demdirêj amade kiriye. 2-3 Nexweşxane pêwist in. Her wiha li gundan jî divê polîklînik bên vekirin. Di kongreyê de emê zelal bikin, ka em ji kîjan alî ve dest pê bikin. Bi carekê nabe, divê gav bi gav ev proje biçe serî. Mîna vekirina nexweşxaneyan, xebatên din ên pêşiya nexweşiyên vegirtî, jî bigirin girîng in. Mînak çavkaniya gelek nexweşiyan, ava ne paqij e. Sîstemeke baş a ava vexwarinê were avakirin ev di heman demê de bi aliyekî xwe ve xebata tenduristiyê ye jî. Avakarina sistemeke, paqijkirina avê, an kişandina ji çemê Firatê ya avê gelekî girîng e. Xala sêyemîn a girîng jî mijara elektrîkê ye. Ji bo parastina xwarin û dermanan elektrîk girîng e. Ev her sê pirsgirêk dema werin çareser kirin bingehekî misoger ava dibe. Bi van re girêdayî sîstema perwerdeyê jî têk çûye. Perwerde niha di çadiran de tê kirin. Mirov nikare bêje beşek ji ya din girîngtir e. Bajar tev rûxiya ye û divê ji hemû aliyan ve jiyan ji nûv re were avakirin. Gelek ji van mijaran, peryod û pêvajoya çareserkirina pirsgirêkan wê di kongreya li Ewropayê were lidarxistin de zelal bibe. 


Xebatên dîplomatîk yên derbarê Kobanê de di kîjan astê de ye. Eleqeya ji bo van qebatan li Ewropayê çawa ye?

Li ser vexwendin û daweta Parlementoya Ewropayê em hatin. Di 28'ê Nîsan a borî de li Strasbourgê li parlemenê me axaftinek jî kir. Di wê axaftinê de pêwistiyên sereke yên Kobanê me zelal anîn ziman. Me got du tiştên girîng hene. Ya herî girîng vekirina korîdoreke însanî ya ji bo rojane gihandina pêdiwiyên lezgîn e. Mîna daxwaza duyemîn jî me pêwistiya lidarxistina kongreyeke navneteweyî ya derbarê Kobanê de anî ziman. Me got divê polîtîkavan, saziyên însanî, parlamen, hikûmet ne mîna mêvan mîna sponsor cihê xwe di vê kongreyê de bigirin. Gelek saziyên navneteweyî, her wiha di asta dewletî de gelek soz ji bo me tên  dayin. Nêzîkatiyeke erênî heye û me qebûl dikin. 

Lê belê divê werê zanîn ku hemû alîkarî û piştgirî girêdayî vekirina korîdorê ye. Di hevdîtinan de jî tînin rojevê û dibêjin, emê alîkariyê bidin, lê ger korîdor venebe, ev alîkarî wê çawa derbas bibin.  

 

Şêwaz û naveroka kongreya hûn qala wê dikin û tê payîn li Ewropayê li dar bikeve, wê çawa be?

Heta niha 68 endamên Parlementoya Ewropayê yên ji tevahiya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê îmzeya xwe avêtine bin daxwaziya lidarxistina konferansa navneteweyî. Di hevdîtinan de me ji wan re got ku ne mîna mêhvan beşdarî konferansê bibin, mîna organîzetor û sponsor beşdar bibin. Her wiha em dibêjin sedema wêranbûna Kobanê DAIŞ bû, DAIŞ jî tevgereke terorê ya navneteweyî ye. Li dij DAIŞ'ê gelê Kurd erk û berpirsiyariya xwe li dij koma terorê bi cîh anî. Pêwiste Ewropa jî bi heman erk û berpirsiyariyê tevbigere. Ev erk jî afirandina bingeh û mercên vegera gelê Kobanê ya warê xwe û di rewşeke aram de karibe li ser axa xwe bijî ye. 


Bi ruhe berxwedanê em Kobanê ava bikin


Di pêvajoya berxwedanê de gelê Kurd li her derê seferber bû. Kobanê rizgar bû niha jî pêwistî bi jinûve avakirina wê heye. Di vê mijarê de hêvî û bendewariyên we yên ji gelê Kurd ê li Ewropa û derveyî welêt çi ne?

Bandora gelê me yên li Ewropayê gelekî li ser berxwedana Kobanê bû. Bi şev û roj li qadan di nava çalakiyê de bûn. Bi çalakiyên xwe bala raya giştî kişandin û hêzên navneteweyî jî neçar ma beşdarî şer bibin. Niha jî divê bi heman biryardarî û hêzê gelê me tevbigere. Avakarina Kobanê û sazkirina derfetên ku gel karibe li ser axa xwe bijî jî di asta berxwedana Kobanê de girîng û watedar e. Her mirovê Kurd li gora derfet û hêza xwe divê, di wê pêvajoyê de jî cih bigire. Ji berhevkirina alîkariyê  bigire heta bi dîplomasiyê, peydakirina piştgiriya siyasî da korîdoreke mirovahî were vekirin, çi ji destê kê tê divê bike. Em hêvîdarin ku gelê me bi hest û dilgermiya pêvajoya berxwedana Kobanê de xwe tevlî pêvajoya jinûveavakirinê jî bibe. Ji bo gelê me yê li Ewropayê, û hemû dostên gelê Kurd ên di pêvajoya dijwar de em bi tenê nehiştin bi wesîleya vê hevpeyvînê dixwazim spasiyên xwe pêşkêş bikim. 


EGÎT ERKENDÎ/FRANKFURT