Rûsyayê li ser zimanê berdevka Wezareta Karên Derve, Marîa Zaxarova teqez kir ku Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne û diyaloga di navbera Kurdan û Şamê de xwedî girîngiyeke taybet e.

Marîa Zaxarova doh ragihand ku Moskov dibîne ku pirr girîng e diyalog di navbera Kurdan û Şamê de pêk were, di demekê de ku Emerîka niyeta vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dike.

Zaxarova di civîna çapemeniyê ya heftane de doh got, “Di dawiya Kanûna 2018’an de serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê hêzên Emerîkayê ji Sûriyê vekişin. Der barê vê de çêkirina diyalogê di navbera Kurdan û Şamê de pirr girîng e.”

Zaxarova wiha lê zêde kir: “Me gelek caran gotiye Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne ku nayên parçekirin.”

 

MOSKOV