KCD’ê di 14’ê tîrmehê de xweseriya demokratîk îlan kir. Vê biryarê di raya giştî ya Tirkiye û bakurê Kurdistanê de gelekî deng veda. Helwest û nirxandinên der barê mijarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê ji hev cudatir bûn. Raya giştî ya Kurd bi gelemperî ev gav bi awayekî erênî pêşwazî kir. Li hin bajaran amadekariyên şahiyan hebûn, lê mixabin lêkdana ku li Farqînê pêk hat û mirina 22 ciwanan bû sedema taloqkirina van şahiyan.
Li aliyê din raya giştî ya Tirkiyeyê bi şik û guman li vê biryarê nihêrî. Derdorên faşîst û nijadperest bi handana partiyên mîna AKP, MHP û CHP’ê li dijî Kurdan dest bi êrîşên hovane kirin. Ligel hemû gefên hêzên desthilatdar jî gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd gav bi paş de neavêtin. Wisa xuya dike ku dê gelê Kurd ji bo pêkanîna pergala xwe dest bi gavên pratîk bike. Jixwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyar kir ku dagirtina nava wê û pêkanîna wê ji îlankirina wê girîngtir e.
Li gorî bîr û baweriya min jî aliyê herî girîng û dijwar avakirina vê pergalê ye. Ez li ser navê xwe dema ku di warê ziman û perwerdehiya Kurdî de bala xwe didim rewşê, li holê tu gavên berbiçav û guherînên erênî nabînim. Li holê tu bername û projeyên xurt nîn in. Di helwesta siyasetmedarên Kurd de di vî warî de li gorî çend salan berî niha guherîneke neyînî heye. Ji bo nimûne digel ku ev qas dem û demsal di ser avabûna KCD’ê re derbas bûne jî zimanê Kurdî di xebatên KCD’ê de ji asteke marjînal wêdetir neçûye.
Ne tenê siyasetmedarên Kurd, saziyên sivîl ên Kurd jî di vî warî de tu gavên berbiçav û hêvîbexş neavêtine. Rist û peywira saziyên sivîl (komele, sendîka, odeyên pîşeyî û saziyên karsazan) di parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de çi ye? Saziyên sivîl ên Kurdan heta niha çi xizmet ji bo zimanê Kurdî kiriye? Ji niha pê ve dikarin xizmeteke çawa ji bo zimanê Kurdî bikin? Kesî li ser van pirsan jî serê xwe neêşandiye û li bersivan negeriyane, hin sazî û derdorên ku di vî warî de xebatan dikin jî gelek caran tûşî helwesteke neyînî ya saziyên welatparêz bûne.
Ziman navgîna danûstandinê ye. Ew di nava civakê de tê parastin û bipêşxistin. Mirov di têkiliyên xwe yên civakî, siyasî, aborî, çandî û hunerî û jiyana rojane de teşe dide zimanekî, wî diparêze û bi pêş dixe. Ziman li gorî rewş, helwest û têgihîştina axêvgerên xwe teşe digire û bi pêş dikeve. Zimanek çendî were bikaranîn ew qas hêza wî ya derbirînê zêde dibe. Her wiha ziman çiqas di qadên cur bi cur ên civakî de were bikaranîn, ew qas û xurt û berfireh dibe. Pê re jî gencîneya wî ya peyvan zêde dibe. Lewre jî divê zimanê Kurdî jî di hemû qadên civakî de were bikaranîn.
Zimanek jixweber, ji ber xwe ve bi pêş nakeve, divê ji bo pêşketina wî xebat werin kirin. Zimanek çendî xebat li serê were kirin, çendî razemenî lê were kirin, ew çend bi pêş dikeve. Ji bo vê yekê jî divê ji bo bipêşketina zimanê Kurdî xebat werin kirin, proje werin amadekirin û razemenî lê were kirin.
Saziyên demokratîk û sivîl di gelek waran de ji civakê re pêşengiyê dikin. Endam û rêveberên saziyên sivîl beşa herî hişyar û rêxistinkirî ya civakê ye. Lewre jî divê ew di parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de pêşengiyê bikin. Ev peywireke exlaqî û berpirsiyariyeke mirovî û neteweyî ye.
 Lê mixabin civaka Kurd hê jî ji saziyên wiha û pêşengên wiha bêpar e. Di vê rewşê de dê pergala perwerdehiya bi zimanê zikmakî çawa ava bibe, dê kî vî barî hilgire? Gelo çend dildarên zimên dikarin vî barê giran hilgirin? Li gorî baweriya min divê em pergala xweseriya demokratîk serê pêşîn di dil û mêjiyê xwe de ava bikin, wekî din avakirina vê pergalê ne pêkan e.