Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan da zanîn ku wan hejmara navendên dengdayînê yên herêma Cizîrê zêde kirine û 102 namzetên xwe ji bo meclîsan pêşniyazkirî jî hatine redkirin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê jî hejmara navendên hilbijartinan, sindoq û endamên komîteyên birêvebirina hilbijartinan diyar kirin. Ji bo hilbijartinên herêmî yên 1´ê Kanûnê ku qonaxa duyem a avakirina sîstema federaliya demokratîk in, ji aliyê  Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) Nesreddîn Îbrahîm û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê ve bi coş hat pêşwazîkirin.

Qonaxa yekemîn a hilbijartinan, diyarkirina hevserokên komunan bû û serketî bi rê ve çû. Niha amadekariyên qonaxa duyemîn a hilbijartinên meclîsên navçe, bajarok û kantonan dest pê kiriye ku wê 1´ê Kanûnê bi rê ve biçe.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Izedîn Ferhan diyar kir ku wan hejmara navendên dengdayînê yên herêma Cizîrê li gorî pêdiviyan zêde kir û got, “Hinek bajar û navçe hene, hejmara navendên wan ên dengdayînê zêde kirin. Hejmara navendan berê 787 navend bûn, niha bûne 828 navendʺ.

Ferhan di nava gotinên xwe de anî ziman ku ji 3249 namzetî, wan 102 kesên xwe ji bo namzetiyê pêşniyaz kirî, red kiriye.

Sedema redkirina wan jî Ferhan wisa vegot: “Hinek kes, temenê wan têrê nedikir, hinek kesan bixwe xwe vekişand û hinek kes jî ji aliyê gel ve nehatin qebûlkirin”.

Her wiha Ferhan anî ziman ku sibe navê kesên hatine redkirin li navendên Komîseriyê yên li bajar û navçeyan werin daleqandin.

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan anî ziman ku lîsteyên hilbijartine û kesên serbixwe ji îro û pê ve dikarin propagandaya xwe bikin.



Li Efrînê navend hatin diyarkirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê hejmara navendên hilbijartinan, sindoq û endamên komîteyên birêvebirina hilbijartinan diyar kir.

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê, Nesrîn Ibêd destnîşan kir ku wan navendên hilbijartinan diyar kirine û ji bo dengdayîna li ser sindoqan jî makanîzmeyeke kar daniye.

Nesrîn da zanîn ku wê li her navendeke hilbijartinan 2 yan jî 3 sindoq wê werin danîn, û mamosteyên dibistanan ku cihê xwe di komîteyên hilbijartinan digirin, wê li ser wan bisekinin. 


Ji bo xizmeta gel tevlî hilbijartinan dibin

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) Nesreddîn Îbrahîm û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê ku beşdarî hilbijartinan bûye diyar kir ku ew beşek ji Federaliya Bakurê Sûriyeyê ne û dê bi riya namzetên xwe yên 4 partiyên di lîsteyê de, bi coş beşdarî qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyeyê bibin.

Girêdayî mijara amadekariyên lidarxistina qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku rêveberiyên herêmî yên herêmên federal wê bêne hilbijartin, aliyên siyasî lîsteyên xwe ji bo beşdarî hilbijartinan bibin amade kirin.

Lîsteya hevbendiya niştimanî ya Kurdistanê ku ji partiyên “Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriuyeyê (El-Partî), Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Rêkeftina Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (Yekîtî)” pêk tê, lîsteya navên namzetên xwe radestî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir da ku bêne lêkolînkirin. Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê Nesreddîn Îbrahîm got, ew beşek ji Federaliya Bakurê Sûriyeyê ne û ew beşdarî damezrandina wê bûne û wiha peyivî: “Em beşdarî qonaxa yekemîn a hilbijartinên hevserokên komunan bûn û niha jî em amadekariyên xwe ji bo beşdarbûna qonaxa duyemîn a hilbijartinan dikin. Her wiha em endamên xwe ji bo çavdêriya sindoqan bikin, amade dikin.”

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê Nesreddîn Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got, “Divê gelê me li Bakurê Sûriyeyê bi berpirsyarî nêzî vê qonaxa hilbijartinan bibe, nemaze ji ber ku giştî Sûriyeyê û bi taybetî herêmên me di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Lidarxistina hilbijartinên demokratîk li Bakurê Sûriyeyê, serketina tevahiya gel e û divê gelê me ji helwêstên radîkal dûr bikeve û lîste û kesayetên ku ew ji bo paşeroja avakirina Bakurê Sûriyeyê guncaw dibînin, hilbijêrin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN