Endamên jin ên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) li navenda çand û hunerê ya Dirbêsiyê 2’yemîn konferansa xwe li dar xistin. Di konferansê de rêvebera TEV-ÇAND’ê Ruha axivî û got: “Bi armanca çespandina cihê jinan di avakirina neteweya demokratîk de û avakirina jiyana nû û belavkirina çanda demokratîk û parastina wê 2’yemîn konferansa endamên jin ên TEV-ÇAND’ê bi beşdarbûna 250 delegeyan ji her sê kantonên Rojava, hat lidarxistin.”

Ruha her wiha berxwedana welatiyên Bakurê Kurdistanê li dijî hovîtiya çeteyên Erdogan silav kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê qonaxa hestiyar de erka birêxistinkirina jinan berpirsyariya me ya sereke ye. Divê ji bo berxwedana jinan li Rojava û Bakurê Kurdistanê em bibin bersiv û em qonaxeke nû di avakirin û pêşxistina sîstema demokrasiyê de dest biafirînin.” 


 DIRBÊSIYÊ