Dewleta Tirk a ku di zilmê de ti pîvana û sînorê exlaqî jî nas nake, li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, doh bûbûn 4 roj ku ava vexwarinê nedabû girtiyan; heger îro jî helwêesta xwe dewam bike, ev ê bibin 5 roj.  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê li xizmên xwe geriyan û diyar kirin ku li ser wan şideta derûnî heye. Girtiyan ji xizmên xwe re got, “Şert û mercên girtîgehê giran bûne. Ligel qedexeyên rojname, kovar û pirtûkan, hevdîtinên navxweyî jî asteng kirin. Ji muslixê av nayê û rayedarên girtîgehê bêyî ku hinceteke nîşan bidin, ev 4 roj in ava vexwarinê nadin qawîşê.” 


MA / MANÎSA