Dewleta Tirk a dagirker ava çemê EL-Eswed qût kir, di encamê de berhema berberojê ya navçeya Raco gelek zirar dîtiye.

Zeviyên berberojê yên li deştên Deama û Meydan Ikbis ên girêdayî navçeya Raco ya Efrînê têne çandin, ber bi hişkbûnê ve diçin. Zeviyên berberojê li van deveran ji çemê El-Eswed tên avdan. Çemê El-Eswed ji Bakurê Kurdistanê derbasî Efrînê dibe. Komîteya Çandiniyê diyar kir ku 100 hiktar zeviyên berberojê heye. Lê ji ber ku dewleta Tirk ava çemê El-Eswed qut kiriye, gelek zirar gihiştiya zeviyên welatiyan.

Dewleta Tirk ava çem ji bendava “Texta Kobriyê” ya li Hatayê qut kir. Ji ber vê yekê ziyan digihe berhemên berberojê. Têkildarî mijarê Cotkarê bi navê Zekeriya Ubêd ê ji gundê Meydan Ikbis got: " Îsal ji ber pirbûna giyayên bi zirar a zêde bû sedema ku çandiniya berberojê kêm bibe, tiştê hatin çandin jî ji ber qutkirina ava Çemê El-Ewed gelek ziyan dîtine. 


 EFRÎN