Tê îdîakirin, Şaristaniya Maya ku şaristaniya bingehîn a parzemîna Emerîkayê ye, ji ber felaketeke girîng a avhewayê ji holê rabûye. Li ser rê û rêbazên tinebûna Şaristaniya Maya, bi pêşengiya pisporekî ji Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilîstanê lêkolîn hate kirin. Lêkolîn li kovara Scîence hate weşandin.
Li gorî lêkolînê, hişkesaliyên ku di navbera salên 700 û 1000’î de li herêmê serwer bûne, dibe ku rê li ber tinebûna Şaristaniya Mayayan vekiribe. Encama nimûneyên ji xilteyan hatine girtin, raxist pêş çavan ku rêjeya barana di navbera salên 700 û 1000’î de li Emerîka Navîn û Bakur bariya ye, 70 ji sedî kêm bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN