CEFER CEFO / ANHA/ŞEHBA

Bi germahiya havînê re, nexweşî li kantona Şehbayê zêde dibin. Ji ber germê nexweşiyên mîna Iltîhabata roviyan, zikçûn, heba Helebê, iltîhaba sing û tîfo çêbûne. Ev nexweşî herî zêde li cem zarokan û kesên temenmezin peyda bûne. Hejmara zarokên ku bi nexweşiyan ketine li derdora 4 hezar e, jê hezar û 200 bi nexweşiya iltîhabata sîng ketine û 2 hezar û 20 nexweş ji ber germê bi tîfoyê ketine.

Hejmara emeliyatên di meha Hezîranê de li Nexweşxaneya Avrîn çêbûne, li derdora 384 in. Nexweş li 14 beşên li nexweşxaneyê ku 24 seatan dixebite, tên dermankirin. Hemû nexweş têne dermankirin û nexweşxane bê pere dermanan pêşkêşî nexwaşan dike. Lê derman û amûrên tenduristiyê kêm in.

Derman û amûrên tenduristiyê kêm in

Dr. Azad Sebrî ku di Nexweşxaneya Avrîn de dixebite, behsa sedema zêdebûna nexweşiyan û çawaniya dermankirina wan kir û got: “Destpêkê rûxandina binesaziya herêmê dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Nexweşiyên di demsala havînê de çêdibin piraniyên wan ji ber ava vexwarinê ya ne paqij in. Taybet li kampan. Zexteke mezin li ser Nexweşxaneya Avrîn heye. Ji ber nexweşxaneyên taybet tine ne. Tevî ku nexweşxane 24 seatan dixebite, lê dîsa jî kêm dibînin. Ji ber pisporên di aliyê tenduristiyê de kêm in. Her wiha derman û amûrên tenduristiyê jî kêm in. Ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku li rewşa şêniyên kantona Şehbayê binêrin û alîkariya wan bikin.”