Hemû rê û rêbazên çavtirsandin, kuştin û zextan ên ku dewlet dimeşîne ew gelê Sûriyeyê natirsîne û gavê bi wan paşve navêje û ji israra wan tiştekî kêm nake. Îsbat bû ku bi zextan li pêşiya gelê Sûriyeyê nayê girtin û her biçe wê rabûna gel mezintir bibe. Ne dûr e ku Sûriyeyê berve şerekî navxweyî yê piralî de biçe. Hem dewlet û hem jî hêza muxalefetê wê bikevin pêvajoyek nû, hêzên cîhanî û herêmî jî xwe li gorî vê yekê amade dikin.
Hêza muxalefetê
Wekî ku dewletê plankiribû, ku di demek kurt de vê pirsgirêkê çareser bike û dawiyê li raperîna gel bîne nebû. Zêdebûna zextên dewletên derve li ser rejîma Sûriyeyê û di serî de jî zextên Fransa û Yekitiya Ewropa, Tirkiye û hin dewletên ereban wê rewşa Sûriyeyê girantir û aloztir bike. Bi piranî helwesta hêzên derve li dijî rejîmê zivirîn. Ev yek jî rejîmê lawaztir dike.
Der barê hêzên muxalefetê de, mirov dikare wan li du beşan parve bike. Divê ku mirov muxalefeta gel a hundirîn û hêzên derve ku xwe wek nûnerên muxalefetê dibînin ji hev cuda bigire dest. Di kesayeta muxalefeta gel a hundir de rastiya gelekî serhildêr û şoreşger derket holê. Mirov li hemberî vê berxwedaniyê bi rêzdarî radiweste. Li gel dayîna ev qas şehîd, bi hezaran girtî û ev qas êrîşan, zext, hovîtî, destwerdanên artêşê, dîsa jî raperîna gel ji bo azadiyê dewam dike; ev jî helwesta gelekî şoreşger e ku îfadeya şoreşa gelan dike. Ev gel ji bo azadiyê, demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî rabûye, ev rabûn, rabûneke mafdar û bi wateye; ne wek ku rejîm îdia dike „ku destwerdanek hêzên devre ye“. Ev yek misoger bû ku dewlet nikare pêşiyê li vê raperînê bigire; raperîn jî didome û her diçe berfireh dibe.
Mirov rabûna gelê ereb ên Sûriyeyê wek şoreş, helwestek şoreşgerî û tê de îfadeya şoreşa gelên Rojhilata Navîn dibîne. Her wiha rabûna gelê Kurd jî, wek beşek ji şoreşa gelê Sûriyeyê dibîne. Roja îro tevgera azadiyê ya Kurd jî, hewl dide ku bi vê şoreşê re peywendî çêbike, piştgiriyê bide wan û li wan xwedî derkeve. Lê mixabin ku ji ber rewşên awarte û nebûyîna ewlekariyê, heta niha şoreşa Sûriyeyê nekariye rêberên xwe bi xwe derxîne .
Li derve jî, hêzên muxalefetê hene, ev hêz bi giranî di bin çengên dewletên derve de ne û li gorî plan û daxwazên wan dimeşin. Muxalefeta derve li ser sê navendan belav bûye: muxalefeta di bin çengên Tirkiyeyê de, muxalefeta di bin çengên Fransa de û muxalefeta di bin çengên Qeter û Siûdiyê de. Di van demên dawiyê de rûyê veşartî û rastiya vê muxalefeta derva derket aşkerahiyê. Pir baş diyar bû ku muxalefeta derve bi berjewendiyên dewletên derve re girêdayî ne û li gorî daxwaz û planên wan dixebitin û tevdigerin. Ji ber ku ev hêzên muxalefetê di esasê xwe de desthilatiyê hedef dikin, ji lewra di nava xwe de bi nakok in û nikarin yekitiya xwe çêbikin. Hemû civîn û kongreyên ku çêkirin jî, bêencam man û vala derketin, pir aşkera bû ku muxalefeta li derve gelê Sûriyeyê temsîl nakin û tu têkiliya wan bi şoreşa gel re nîne. Piraniya wan jî keysperestin û li ser xwîna şehîdên şoreşa gelê Sûriyeyê bazirganiya siyasî û madî dikin.
Rabûna Kurdan
Di nêzikatiyên dewletê ya înkara pirsgirêka Kurd dike de tu guhertin çênebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tu gav neavêtiye. Jixwe gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî van nêzikatiyên dewletê ji doza Kurd re qebûl nakin û mehkûm dikin. Nêzikatiyên dewletê li ser bingehên şovenîst in û tê de qet çareserî nîne. Eger rewş wisa dewam bike, wê gelê Kurd jî bi giştî bibe dijberê dewletê. Heta niha, ew hevdengiya ku Kurdan çêkiribû wê xerab bibe û rabûna Kurdan jî wê mezintir û hişktir be. Di esasê xwe de heta niha rejîma Sûriyeyê bi du rengên cuda nêzî muxalefeta ereb û muxalefeta Kurd dibe; ew bi zor û zextên leşkerî bi ser muxalefeta ereb ve diçe, li hemberî muxalefeta Kurd jî, bi înkara siyasî bi ser de diçe.
Ber bi kû ve diçe?
Di aliyê pratîkî de, di dema derbas bûyî de hat xuyakirin ku rejîm li hemberî herêmên Kurdan polîtîkayên nerm bi kar tîne; ji ber ku ew bêtaqet bûye, bê hêz û pasîf bûye û nikare kiryarên xwe yên berê di roja me ya îroyîn de bimeşîne. Dewlet li herêma Kurdan lawaz bûye û xwe paşve kişandiye; vê yekê jî bi xwe re zemînek guncaw ji bo ku Kurd bêhna xwe bikişînin çêkiriye. Derfet çêbû ku Kurd bi xwe saziyên xwe yên perwerde û navendên xwe yên çandê vekin û hin pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin; li hemberî van gavan dewlet –heta niha- bêhelwest ma û nekarî mudaxele bike.
Bi giştî wê rewşa Sûriyeyê bi ku ve biçe pir ne zelal e; lê ya teqez ew e ku her biçe û wê rewş germtir, aloztir û kûrtir bibe. Ji ber ku rejîmê riya çareseriya ewlekariyê û çewisandinê hilbijartiye; gelê şoreşger jî riya şoreşê heta dawiyê hilbijartiye; her wiha wê gelek aktor û lîstikvanên nû jî têkevin dika welêt. Ka em ê bibînin wê bihara gelan di payîza îsal de çawa be?
POLAT CAN