Li Awusturyayê, bi awayekî ku bibe sosreteke ecêb, Wezîra Karê Derve Karin Kneissl, di rojnameya bajêr a Biber de da zanîn ku wê sala 2020´an li Awusturyayê bibe Sala Çandê ya di navbera Awusturya û Tirkiyeyê de. ev yek di nava parlamenterên Awusturyayî de jî bû cihê minaqeşeyan û ji Partiya Sosyaldemokrat a Awusturyayê (SPO) parlamenteran Patra Bayr û Nurten Yilmaz li ser navên hevrêyên xwe jî pêşniyazpirsek dan hikûmeta federal a Awusturyayê ku hem bi vê meseleyê dadiket û hem jî îşaret bi rewşa mafê mirovan, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka HDP´ê Leyla Guven jî dikir.
7 hezar girtî di grevê de ne
Di meta pêşniyazpirsê de, parlamenteran bi bîr xist ku bi rapora bipêşketinê ya Yekîtiya Ewrûpa (YE) ya Tirkiyeyê de hatiye tesbîtkirin ku rewşa mafê mirovan xirab dibe, êrişên li dijî muxalifan nexasim jî siyasetvanên HDP´ê zêde dibin. Di metnê de bi salan e tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalab nehatiye jibîrkirin û wekî din tê bi bîr xistin ku Leyla Guven bêhtirî 150 rojî di grevê de ye û ji bilî wê jî 7 hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.
Di metnê de rexne li hikûmeta federal tê girtin ku beramberî Tirkiyeyê di warî îfadekirina rexneyan de xwe dide paş. Di pêşniyazpirsê de ku ji bo Wezîra Karê Derve bersivê bidiyê, hatiye nivîsîn, ev pirsên li jêr ê yên sereke ne:
Gelo hûn destekê didin daxwazên girtiyan?
- Heta niha we kîjan rê û derfet bi kar anîne ji bo başkirina şert û mercên girtiyan li hepsên Tirkiyeyê?
- Gelo bi rêyên dîplomatîk we piştgiriya mafên siyasetvanên muxalif kir?
- Hûn ê di siberojê de kîjan rê û derfetan bi kar bînin ji bo başkirina şert û mercên girtiyan li hepsên Tirkiyeyê?
- Li gorî we çi derfet hene ku hûn li dijî ji nû ve anîna cezayê îdamê li Tirkiyeyê, kar di pêvajoyê bikin?
- Ji bo Sala Çandê ya di navbera Awusturya û Tirkiyeyê de 2020´ê, çi rola parastina mafê mirovan li Tirkiyeyê heye?
- Hûn ji Sala Çandê 2020´ê çi hêvî dikin?
- Halê hazir li hepsên Tirkiyeyê 7000 mirov di greva birçîbûnê de ne, û di nava wan de Leyla Guven jî heye ku êdî bêhtirî 148 (îro 155) rojan e di grevê de ye. Gelo hûn bi vê rewşê dizanin, yan jî gelo hûn bi daxwazên girtiyan dizanin? Heger erê, helwêsta we beranberî van daxwazan çi ye?
- Çend welatiyên Awusturyayê halê hazir li Tirkiyeyê di hepsê de ne?
- Hûn bi çend bûyerên pêşîgirtina li derketina ji Tirkiyeyê ya Awusturyayiyan dizanin?
VIYANA