Ji ber êrîşên çeteyan gelek malbat neçar man ku koçber bibin. Yek ji van gundan jî gundê Hemara bû. Şêniyên gund hemû ji ber êrîşên çeteyan koçber bûn, lê jina bi navê Buhar Şêxmus li gel bira û pismamê xwe terka gundê xwe nekirin. Buhar Şêxmus der barê mijarê de ji ajansa ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku di vê dema borî de jiyana wan bi tirs derbas bûye, lê vîna wan li hemberî çeteyan gelekî xurt bû û wiha got: “Di vê demê de tiştekî ez tengezar kirim tenê dema ku em bi rojî bûn çeteyan bi dengê bilind gotinên kirêt ji me re dikirin û digotin ku 'hûn gawir in'. Ez matmayî mam ev çawa xwe misilman dibînin û êrîşî gundekî misilman dikin. Min mala xwe berneda. Lê tirsa min a mezin li ser ciwanên kurd yên YPG’ê ku li hemberî çeteyan şer dikin bû ku tiştekî nebaş bi serê wan were. Min xwest ez tenê xizmeta wan bikim.” Li aliyê din jinên ku ji gund derketin û piştî demeke kurt vegeriyan gund berxwedana YPG’ê pîroz kirin. Jinan her wiha diyar kirin ku ew ji ber ku gundê xwe berdane pir poşman in.

TIRBESPIYÊ