Axa Rojava Kendal Ramon hembêz kir
Cenazeyê şervanê înternasyonalîst ê YPG’ê, Kendal Ramon li ser daxwaza wî bi merasîmekê li Dêrikê hate veşartin. Her wiha cenazeyê şervanê YPG’ê Cuma Mihemed ê ku dilê wî sekinî û şehîd bûbû, bi merasîmeke li Serêkaniyê hate definkirin.
Şervanê YPG’ê yê ji Spanyayê, Ramon Maria Rull Linhoff (Kendal Ramon) di 13’ê Gulana 2018’an de di Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Bakozê şehîd bûbû. Ramon beriya ku şehîd bibe, daxwaz kiribû ku cenazeyê wî li Rojava were veşartin.
Wesiyeta wî pêk anîn
Li ser wesiyeta Ramon Kendal, welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê wî ji Nexwşexaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve birin.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke eskerî hate li darxistin.
Li ser navê tabûra şervanên YPG’ê yên înternasyonalîst Heqî Nivîskar axivî û qala têkoşîna Şehîd Kendal a li Rojava û Dêra Zorê kir. Heqî got; “Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor lê kir û hatina Kendal Ramon a ji Spanyayê bi armanca parastina azadî, nirxên neteweya demokratîk û rûmeta gelan bû.”
Bi lîrandina dayikan veşartin
Welatiyên Dêrikê, cenazeyê şervanê înternasyonalîst yê YPG’ê Kendal Ramon bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û lîrandina dayikan li goristanê spartin axê.
Gelê Efrînê bêrûmetiyê qebûl nake
Her wiha Li Serêkaniyê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Cuma Mihemed ê ku 27´ê Gulanê ji ber ku dilê wî sekinî şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet hate definkirin.
Di merasîmê de li ser navê YPG’ê Azad Welat axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û got, “Gelê Efrînê qebûl dike ku di konan de bijî, lê bêrûmetiyê qebûl nake. Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”
DÊRIK/HESEKÊ