HEMÎD EL-ELÎ / ANHA / REQA
Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Reqayê der barê gefên dewleta Tirk yên li dijî rojava û bakûrê Sûrî de axivîn.
Şêx Mihemed El-Şihaze êriş û gefên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û got, "Wek rûspiyên êlên herêmê em li dijî her kesî ne ku hewl didin ewlehiya vî welatî têk bibin."
Şêx û rûspiyê êla El-Efdalê Ayid El-Hadî jî destnîşan kir ku ew ê nehêlin ti kes bi ewlehiya herêmê bilîze û got, "Em bang li fermendariya QSD`ê dikin ku bi awayekî cidî her kesê bi ewlehiya herêmê bilîze, yan jî destê xwe bide aliyekî biyanî, muhesebe bike. Va ye MSD li vir e, her aliyek dixwaze danûstandinan bike, bila kerem bike, em amade ne bi wan re li ser maseyekê rûnin."
Em tenê QSD´ê dixwazin
Şêxê êla El-Musa El-Zahir jî got, "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê em alîkariya hev bikin. Tirkiyê me bi terorîstî û cudaxwazî bi nav dike. Rejîm her kesê bi QSD`ê re dixebite, wî bi xayînê welat bi nav dike."
Endamê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê, Ibrahîm El-Hadî jî wiha axivî: "Em ewlehî û aramiyê ji welatê xwe re dixwazin. Kesekî ji bilî QSD`ê em naxwazin. Divê em li ser xwe bisekinin û bibêjin, ev tişt ne rast e, şaş e. Wek şêx, rûspî û rewşenbîrên vî welatî, divê em alîkariya hev bikin da ku em welatê xwe biparêzin."