Di hefteya ku Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin de axaftina Kurdî wezî ceza li Kurdan vedigere. Piştî îxtîdara AKP’ê şerê taybet xist meriyetê, Kurd rastî hemû êrîşên înkar û îmhayê tên. Li aliyekî siyasetmedar û rojnamegeran dike hedef, li aliyê din berê êrîşan da xwendekarên zanîngehê. Niha jî li Aydin û Îzmirê xwendekarên bi Kurdî axivîn ji yurdê hatin avêtin û bursên wan hat birîn. 




Ji ber Kurdî ji yurdê hat avêtin


Li navçeya Nazillî ya Aydinê xwendekara Zanîngeha Adnan Menderesê Pinar Çetînkaya ku li Yurda Krêdiyan a İsabeylî dima, ji ber bi dayika xwe ya bi tirkî nizane re bi Kurdî axivî ji yûrdê hat avêtin. 3 xwendekarên odeya wê, li wê glî kirin û îdîa kirin ku “bi telefonê propaganda rêxistinê dike”. Li ser giliyê hevalên wê yên odeyê Fermandariya Cendirmeyan ew binçav kir û piştî îfadeya Çetinkaya girtin serbest berdan. Midûriyeta Yurdê jî piştre Çetînkaya bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” ji yurtê avêt û bursa wê jî birîn. 




‘Ji ber ez bi Kurdî axivîm gilî kirin’


Çetinkaya, diyar kir ku ji ber bi Kurdî bi dayika xwe re axivî, 3 hevalên wê yên odeyê li wê gilî kirin û li ser giliyê wan ji yurdê hat avêtin. Çetinkaya, da zanin ku axaftina Kurdî wekî propaganda rêxistinê nişan dan û ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve 4 saetan hat binçavkirin. Çetinkaya, da zanîn ku Kurdî zimanê wan ê dayikê ye û wiha got: “3 kesên bi zimanê min nizanin çawa dizanin ku ez propaganda rêxistinê dikim.” Çetinkaya, da zanîn u ew vê neheqiyê qebûl nake û dê mafê xwe biparêze. 




Heman tişt li Îzmîrê jî pêk hat

Xwendekara Zanîngeha Dokuz Eylulê (DEÜ) Guldem Hantaş jî bi heman hincetê ji yûrdê hat avêtin. Hantaş, jî bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê Dîlan Kortak a di 4’ê Kanûnê de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bû û di merasima cenaze de li Yurda Jinên Xwendekar a zaningeha Ege (EU) “propaganda rêxistinê kiriye” di 12’e Gulanê de ji yurdê hatibû avêtin. 

Hantaş, anî ziman ku ev neheqî ye û dê li hemberî vê neheqiyê mafê xwe heta dawî biparêze. 


 DÎHA/ÎZMÎR