Muzexaneya Axale li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêre bûye malek ji bo komkirina berhemên hunerî yên hunermendên Kurd û Cihanê. Muzexane bûye sembola naskirina dîroka Kurdan li Kurdistan û derveyî Kurdistanê. Rostem Resûl Axale diyar kir ku Muzexaneya Axale, muzexaneyek e ku li seranserê Herêma Kurdistanê û Iraqê karê hunerî dike.
Muzexaneya Axale dibin serpereştiya Rostem Resûl Axele de di 2’ê Adara 2019’an de li Herêma Kurdistanê hatiye vekirin. Muzexaneya Axale dikeve binarê çiyayê Heybet Sultan yê navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê. Muzexane li ser 650 metreyên bi çarçik hatiye avakirin. Muzexane bi awayekî klasîkî hatiye neqişandin. Di avakirina muzexaneyê de kevirên çiyayê Korê û Qerdaxê hatine bikaranîn. Şêwazê çêkirina xaniyê muzexanyê digihe beriya niha bi 100 salan.
Li Kurdistan û Iraqê mînak e
Xwediyê muzexanê Rostem Resûl Axale sala 1979’an li navçeya Koye ji dayîk dibe û niha li bajarê Silêmaniyê dimîne. Yek ji wan wênegir û şêwekarên binavûdeng ên Kurd e. Ji derveyî karê hunerî, hunera çêkirina avahiya muzexaneyê jî dike. Heta niha gelek pêşangehên hunerî li welat û derveyî welat pêşkêş kirine.
Rostem diyar kir ku armanca wî ya vekirina muzexaneyê ew bû ku xizmeta gel û neteweya xwe bike û wiha axivî: “Ev yek roleke mezin di warê geştiyarî, geştên aborî, rewşenbîriya welat di nava muzexanyên kesî de diyar dike. Ev muzexane li seranserî Herêma Kurdistan û Iraqê mînakeke karê hunerê ye.”
Wêne dîrok û qirrkirinê resm dikin
Di nava muzexaneya Axale de bi awayekî diyar mirov dikare karê hûnerî yê şêwekarên Kurd bibîne. Ji ber ku di her tabolyekê de dîrok, jenosîd û karasatên bi serê gelê Kurd hatîn, bi wêneyan hatine hûnandin. Di nava van tabloyan de wêneyê gelek kesên ku di enfala Helebce, Barzan û Şengalê de hatibûn qetilkirin jî hene.
Jin û xweza darîçav in
Ji derveyî tabloyên hunermendê Kurdistanê, di avahiya muzexaneya Axale de tabloyên Axale bi xwe dîzayn kirî jî hene. Di nava muzexaneya Axale de gelek tabloyên bi wêneyên jinan hatin xemilandin jî hene. Di nava muzexaneyê de gelek wêneyên ku balê dikişînin ser xwe yên jin û xwezayê ne.
Şahmaran jin û zanîn
Rostem Axale ji derveyî muzexaneyê li bajarê Silêmaniyê di nava jêrzemîna mala xwe de beşeke din ya tabloyan û berhemê hûnerî bi cih kiriye. Yek ji tabloyan ku Rostem herî zêde pê ve mijûl bûye, tabloya şahmaranê ye; ew bi salan li ser xebitiye. Efsaneya Şahmaran ku bi rengekî ji rengan behsa peywendiye di navbera jin û zanînê de û li her devera Bakûrê Kurdistanê heye, gelek tesîr li wî kir.
Çûna çiyê ya Şahmaran şoreş e
Rostem Resûl Axale li ser mijarên tabloyên xwe dibêje, “Pirraniya wêneyan qala xweza û jinan dike. Ev çend sal in ku ez giringiyê didim bi tabloya Şahmaran. Şahmaran efsaneyeke dîroka Kurdan e ku mirov karibe lêkolîn û zanyariyan jê bigire. Mijara Şahmaran jin in. Jin di asta herî jor de ne, şêwazê çûna şahmaranê ji bo çiya, peywendî bi şoreş û şoreşa jinan re heye. Her çendî ku berpirsên niha vê yekê red dikin jî lê li gorî şahmaranê divê serok jin be. Pirraniya erka desthilatdariyê di destê jinan de be.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ