Ez evîndarê xwendinê me, gelek caran helbestan jî dixwînim. Ev cara yekem e ku ez ew qas di bin bandora helbestê de mame. Bi gotineke kurt û kurmancî helbestên di giyana min de rûniștî, helbestên di dema xwendinê de ez sermest kirim, helbestên ez li cihana romantîzmê gerandim, helbestên ez di nava ramanên kûr de xistim nava lêgerînên dilsotî, helbestên ku  ev berhem xemilandî ne.

Min bi nîyeta ku ez li ser vê berhemê binivîsim, ew xwend, lê li pey ku min xwend, min newêrî ku ez li ser binivîsim. Tirsa min; lê gotinên ku ez li ser vê berhemê dinivisînim têrê neke? Li hember vê berhemê zip û zuha bimîne? Li pey fikirandineke demdirêj, bi hêviya wê xwenêr bikanin kêmasiya zimanê min bibexșînin, min li tûșên komputerê dan.
“Axîna Sîngê Qelișî“ berhema Xizan Șîlan ya pêncan e. Birêz Xizan Șîlan ji gundê Înceova ya girêdayiyê Cihanbeyliyê (navenda Anatolya) ye. Berê tê çend sal li Almanyayê dimîne, di sala 1980 de jî derbazê Swedê dibe. Bi xwe welatparêzekî giyanar e. Ta niha bi navên; “Xem û Xeyal (helbest), Acilarin Sokagi (çîrok), Nameyek ji rinda min re (helbest) û Pejnên lașê mirî“ çar berhemên wî hatine weșandin.
Birêz Xizan Șilan di kurte jiyana xwe de gelek pirsên di giyana gelek mirovan de rûniștî, ji xwe dipirse, van pirsên xwe wiha diqedîne: “Gelo ez nebim, wateya van tiștan dê hebe? Mîna evîndarê derbeder ku li evîna xwe digere, ez jî li bersiva pirsên nependî yê derûniya xwe digerim!“ Gelo çendan ji me kaniye xwe bigihîjîne bersiva van pirsan?
Helbestvan û niviskar Kamran Simo Hadilî li ser helbestên Birêz X. Șîlan wiha dinivisîne:  “...Belê hesreta dîtina șadiyê di her hevokê de tê ber çavên xwendevanan. Êș û evîn bi aheng hatine hûnandin...“
Hêvîdarim ku wê rexnegirên helbestê rojekê vê berhemê wek șaheserek wêjeyî li ber çavan raxînin. Ji wê ezê ji hin helbestan çend mînakan pêșkêș kim:
Ji helbesta “Îskeîska bextê pînekirî:  “...Ez her șev / li nav baxê ramanên Manî / șereba dilovaniya Ahuramazda vedixwim/ kul û birîna sirên bîranîna/ bi șewata dengê bilûra keserkêșan dikewînim...“
Ji helbesta Feleka xayîn: “..Ramusanên xunava lêvên șermok/ kevz girtine/ hêlîna beytikên gulîstana kesk/ hêrifî/ ji șevên tenêtiya kambax/ firmêskên șewata nalînan/ diniqutin...“
Ji helbesta Serxweșê evînê: “...tîr û taya tenêtiya xopan/ mizginiya biharên te yên rengîn/ dorpêç kirine/ ji qirika kaniyên sîngê te/ xwîna sosreta salên bêbext/ diniqutin..“
Ji helbesta ne șewitîm ne vemirîm: “Cihana xewnên șîrîn/ di bîra kederek nûdem de/ binax bû/zimanê hezkirinê di hewza temenê șêlû de/ xeniqî...“
Ji helbesta Ez ji xwe dûr im: “Êș û kovan/ ji parzûna eniya șev û rojan/ bêdeng dipalin/ bedena havînên giyana tevizî/ li tava germa qijilî/ cemidî...“
Ji helbesta kefenê reșbelek: “...pêlên çemên dîn û har/ xezeba salên talanbûyî/ li ser birîna kezeba min/ vedirêșîne...“
Ji helbesta perdeya xeyalên tazî: “...șevșevokên dirinde/ mêjiyê xeyalên aram/ dikuncirînin/ di albûma demsalên derewîn de/ wêneyekî rengvemirî me...“
Ji helbesta Girava hestên xerîb: “...di keservedana sîngê min de/ șopa birîneke kûr/ ji ewrên kevnar maye/ porê spî û bedbextî/ șahîdê temenê min yê têkçûyî ne...“
Ji helbesta Axîna sîngê qelișî: “...dest û lingên azadiya koçber/ di zincîra xayîntiya demên reș de/ hatin mehkumkirin/ temenê rûgeș li nav jiyana qeșmer/ di keservedana xwe de/ diperpite...“
Tenê rexneyeke min li helbestwanê me yê hêja û dilar heye. Divîbû çend helbestên bi devoka Anatolya Navîn jî rûpelên vê berhema giranbiha bixemilanda, ez nebûna wan wek kêmasiyek dibînim, lewra li wir jî gelek peyv û formên resen hene. Wek peyva “etê“