16 pêkhateyên siyasî yên li Iraqê ku lîsteyên Haydar El Ebadî û Muqteda Sadr jî di nav de ne, êvara Yekşemê li ser hikûmeteke koalîsyonê ya berfireh li hev kirin. Doh jî yekemîn rûniştina parlemenê ya dema nû destpê kir.
Koalîsyon ji 177 wekîlan pêk tê ku li parlamena Iraqê 329 kursî hene. Haydar El Ebadî ku destekê ji cihana rojava digire û di hilbijartinê de bi derxistina 42 wekîlan bû partiya sêyemîn, bi vê koalîsyonê re wê cihê xwe biparêze.
Di rûniştina yekem a parlemenê de serokkomar, Serokwezîr, serokê berê yê parlemenê axivîn.
ANF/BEXDA