Gola Wanê li bilindahiya 1646-48 metreyan yek ji golên herî bilind ên dinyayê ye di vê mezinahiyê de. Ew heger mirov li ber golên bilind ên çiyayê ên Ewrûpa bigire, 7 caran ji gloa Cenevre mezintir e. Di nava Gola Wanê de li ser girava Axtamarê jî cewhereke din heye ku bi destan û dîwanên wêjeya Kurdî jî bûye ristên helbestî û pexşanî di nava civaka Kurdan de. Em behsa Dêra li ser vê giravê ya bi heman navî dikin u Feqiyê Teyran Şêxê Senaniyan lê dike şivanê berazan. Ev wêneyê hanê jî bedewiya giravê, golê û dêrê li hev dibane.

 

WAN