
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ku 6 meh berê hat girtin û piştî 6 meh şûnde derket dadgehê serbest hat berdan. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan piştî 6 mehan girtî ma derket pêşberî dadgehê. Doza Aydogan a bi daxwaza 103 sal cezayê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate dîtin. Aydogan bi SEGBÎS’ê ve beşdarî dozê bû. Parlamneterên HDP’ê Ahmet Yildirim, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Uca, Zİya Pîr, Mahmut Togrul rêveberên HDP’ê beşdarî dozê bûn. Piştî tespîta nasnameyan kurteya îdianameyê hat xwendin. Parêzerê Aydogan, Abdulkadîr Guleç ewil axivî û got ku desnedayîna muwekîla wî bêhiqûqî hatiye rakirin, muwekîla wî hê jî parlamenter e ji ber vê yekê jî divê darizandin bê rawestandin.
AMED