Gava heyatê, ji bo qehremanê romana duyem a Lokman Ayebe, gaveke qevaztina di ser mirinê re ye; ne carekê lê gelek caran, bi gelek navan û bi gelek rengan. Ayebe qenciyek bi xwe û bi xwînerên xwe yên muhtemel kiriye û bêjerê wî kî dibe bila be (kesê sêyem yê yek hejmar, kesê yekem yê yekhejmar  û carinan jî kesê yekem ê pirrhejmar bi kar tîne) diyar e ku bi derdora xwe ya behsa wê dike dizane; mekan pê ne xerîb in, bi fitlên kuçeyên bajaran, bi devî, lat û zinarên çiyê û bi hûrgiliyên deşta hişk dizane û xwînerên muhtemel jî li ber dixe, ya rastî ez li wî mekanî serwext kirim. Ha ji bo vê em gotinê li dawiyê nehêlin û bibêjin xwedê jê razî be.

Piştî wê jî em vegerin li qisûrek û diduyên zimanê camêr ku muhtemel e ne qisûra wî lê ya min be; lê bila gazinên min bi min re nemînin: gerçî ne bi tenê ev roman, di weşanên Belkî de bi giştî meyilek heye ji bo bikaranîna hişk a ergatîvîteyê (ku bi ya min weke helwêst di cih de ye), lê di encamê de li gelek deverên ku nav divê neyê tewandin êdî tê tewandin. Carinan jî di dema niha de hevnegirtina kirde û lêkerê heye (Hemû tiştên ku rûmet didayê, bê rûmet dibe (r.137) ). Ji bo xwîner giran e ku li dawiya hevokên relatîf lêker yan jî qertafên weke de, re yan jî ve tên bicihkirin (Ez jî dixwazim a niha di serşokê de ji zembeleyên wê ava keliyayî diherike de bûma… r.81). Tevî vê jî fikra min a di biwara 188 rûpelên vê romana 2007´an çap bûyî, erênî ye. 

Ev gazinên ha li aliyekî, tesewirkirina romanê bi serê xwe serketî ye, jixwe ji romana pêşî a Ayabe (Jar lê Sermest, 2004) xwîner pê dizanin ku di vî warî de nivîskar jêhatî ye. Qehremanê bi gelek navan di hizra me de tê avakirin, ji beriya dayika wî wî biwelidîne, heta bi guherandina gelek nasnameyan û digihîje “malê” yan jî “ne malê”. Ji zaroktiyê heta navserebûnê xeteke xwîner dikare xweş bişopîne heye.

Li gorî nivîskar çi bûyer hene ku muhtemelen tesîr li qehremanê wî kirine, bê kêmasî li cihê xwe hatine bicihkirin. Heta carinan, nivîskar weke ku ta bi derziyê ve bike bi hurgiliyan daketiye. Carinan jî ji bo ku wan hûrgiliyan bi bîra xwîner bixîne, hin tayên zirav kişandine di navbera nasnameyên cihê yê qehremanê xwe de.

Ev rêya protagonîstê sereke yê romanê çiqasî dirêj jî be ji ber ku kronolojîk e, bi hêsanî mirov dikare bişopîne û lê serwext bibe; belkî jî dilê nivîskarî bi xwîneran şewitiye û wisa kiriye, bi her halî baş kiriye. Li vir hêja ye ez behsa serketineke din a nivîskarî bikim, ew jî mesafeya ku wî karîbû di navbera xwe û qehremanê xwe de deyne. Ne wî pîs û ne wî xirab dike; behsa wî dike, û dike ku ew behsa xwe bike. Êdî her çî hukmên pîsî û qenciyê ne di bin barê xwîner. Jixwe xwînerên Kurmanciyê pê dizanin, ev di nav roman û pexşana vî zimanî de kêm e û ji ber vê jî mirov dikare aferimeke ji dil bibêje ji Lokman Ayebe re.

Bila gotina dawî ji bo weşanên Belkî be; çi bi zanîn û çi xweber, puntoyên mezin bi kar anîne û pê jî dikin ku xwînerên muhtemel ên Kurmanciyê wêrektir xwe bidin ber xwendina romanê. Bi ya min heta xwînerên Kurmanciyê bi xwendina romanên wê bi tamijin û bibin mubtelayên wê, divê rêbazên bi vî rengî ên teşwîqkirina xwîneran werin bi kar anîn. Cara bê ez ê li ser romaneke bi Elmanî binivîsim, lê paşê dîsa li Kurmanciyê vedigerim û hêvî dikim, karibim ji gazinan bêhtir aliyên erê û belê li vir rêz bikim.