Daran pel weşandin

Û çivîkan barkirin, ji welatê min
Û Gula min
Keçên fediyok û neçar, ên eşîran
Çavên wan korkirin bê ziman û lal
Li çiyayê Qerecê di nava medrebê de

Gula min
Tu dizanî
Deşta Herran ê
Pir germ e
Keçên wê bedew
Axa wê bi bereket
Û bûkên nûhatî
Li ser rûyên wan
Biskên badayî, bi destên nazik
Û hine pembo komdikin
Û zarok, zarokên pêxwas
Destên wan bûye terk û nasir

Gula min
Zozanên me pir sar in
Ararat bilind, bihêrs û bi heybet e
Herdem şervanên xwe
Di hembeza xwe de hewandiye
ji ber seqem û bahoz ê

Kulîlkên jehrî
Nalînên dayîkan
Dojeha li vê cîhanê
Zarokên çelîn di ber pêsîran de
tev dayîkan can daye
Û dergîstiyên miraz di çavan de mayî
Û ketîne hembêza axa sar
Hemû jiyan ketiye xewa bê dawî
Çav xwîn digirîn

Ax, Gula min
Bêhna xwînê tê ji axê
Newala Qeseba
Mirovên çavên wan rijandî
Zendên wan di zîncîran de qeydkirî
Warê birîndar bi saxî tê binaxkirin
Û kuştiyên di bin axê  de riziyayî
Bê mezel, bê kes û bê nav
Û dilê bi hêvî
Bi çavên tijî hêstir
Û çavên herdem li rê…

Gula min
Xencera zengarî
li dilê welatê min xistine
Birîna kûr derman nabe
Bi têl û tixûbên bi dirik…