Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku xebatkarê Çapemeniya Azad Vedat Erdemcî şehîd bûye. YRD, têkildarî Erdemcî yê ku nû zelal bûye şehîd bûye, daxuyaniyek da û got:

“Hevrêyê me Vedat Erdemcî yê di demên dirêj di nava saziyên cuda yên Çapemeniya Azad de kar kiriye, dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi belge bike û nîşanî cihanê bide, li Serêkaniyê tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad dibe.

Sala 2015’an birayekî hevrêyê me Vedat Erdemcî dema li Serêkaniyê çeteyên DAIŞ’ê êriş kiribû, di bersivdayina êrişan de şehîd bûbû. Hevrêyê me Vedat Erdemcî jî di êrişeke esmanî ya 11’ê Cotmeha 2019’an a li ser Serêkaniyê de tevlî karwanê şehîdan dibe.

Em weke YRD, Vedat Eredemcî û kekdarên çapemeniyê Saed Şêxmûs Ehmed, Mihemed Hesen Reşîd û Dilovan ên berî wî bi du rojan di êrişa dagirkeran a li Serêkaniyê ya li dijî sivîlan de şehîd bûbûn jî bibîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.”

 

QAMIŞLO