Komîtiya Rêveber a PKK’ê, Konseya Serokatiya KCK’ê, Koordinasyona PAJK’ê bi munasebeta 18. salvegera komploya navneteweyî ya li dij Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamên şermezariyê weşandin. Di daxuyaniyan de bang li hêzên di komployê de xwedî rol bûn hate kirin ku êdî nebin şirîkê sûc û gunehên dewleta Tirk. 

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan ev 18 sal in li dij îşkenceya herî dijwar û tecrîdê berxwedaneke mezin a mirovên azad dide. Di daxuyaniya PKK’ê de ev tesbît hatin kirin: “Mîna tê zanîn hêzîn modernîteya kapîtalîst di Cotmeh a 1998’an de komplo dan destpêkirin û ev komplo di di 15’ê Sibat a 1999’an de bi revandina korsanî hate domkirin. Di vê komployê de tinekirina Ocalan û bi vê yekê re tasfiyeya Tevgera Azadiya Kurd ji xwe re kiribûn hedef. 

Planên wan vala hatin derxistin

Piştî 18 salan dema em li pey xwe mêze dikin em dibînin ku negihiştina armanca xwe û komplo kompo vala hate derxistin û têk çû. Di 18 salên derasbûyî de bi dehan êrîşên mezin vala hatin derxistin. Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd ê welatparêz bûne yek. Bi lehengî li ber xwe dan û êrîşa li dij mirovahî û azadiyê vala derxistin. 

Serdema seyêmîn a Ocalan

Di nava van 18 salan de di nava berxwedana azadiyê ya mezin a Ocalan de “Zayina Sêyemîn a Rêbertiyê“ pêk hat, bi ‘parêznameyên’ amede kirin di serî de jin ji bo hemû bindestan rêya azadî û rizgariyê nîşan da. Ev yekgirtin vergeriya civakîbûna herî mezin a dîrokê. Tesfiyebûn li aliyekî di nava van 18 salan de Tevgera Azadiya Kurd qat bi qat mezin bû li Rojava Şoreşa Azadiyê pêk anî, di têkoşîna azadiyê li dij faşîzma DAIŞ’ê de bû pêşen û li Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêza herî mezin a azadî û demokrasiyê. Li ser vê bingehê komplo têk çûye, azadî bi ser ketiye. 

Ji bo hevkarên sûc bang

Komploya navneteweyî ji aliyê DYA’yê ve hate rêxistinkirin. DYA, Îngîlîstan û Îsraîl di nava hevkariyê de tevgeriyan. Di serî de Misir, Sûriye, Îran, Yewnanîstan, Almanya, Fransa û Rûsya gelek dewlet di vê komployê de hatin bikar anîn. Di îşkenceya 18 salî ya li Îmraliyê de û tevkujiyên li ser Kurdan de ev dewlet jî şirîk in. Bi munasebeta 19. salvegera komployê de em bang li van dewleta dikin ku para xwe ya di tevkujiya li ser Kurdan de bibînin û êdî nema bibin hevkarê vî sucê li dij mirohvahiyê. Em bang li wan dikin ku îradeya gelê Kurd a azad nas bikin û li dij êrîşên Komara Tirk ên li ser Kurdan dimeşîne derkevin. 

Ji bo avêtina sergoyê dîrokê

Li dij komployê di 19. salvegerê de divê têkoşîna ku komplo bi tevahî têk here û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê bavêjin sergoyê dîrokê di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bihêztir têkoşînê bidin û her cihê lê ne vergerînin qada têkoşîna azadiya rêber Apo.

Wêrisên komployê yên roja me

Hêza ku dixwaze Komploya Navneteweyî bidomîna faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ev hêza faşîzan a mîna komployê parçe bûye li cihên mîna Cizîr û Sûrê serî li tevkujiyên hovane da û xwest desilatdariya xwe biparêze û komployê bidomîne. Dewlet Bahçelî-Tayyip Erdogan dîktatoriya faşîst a 12 Îlonê ku têk çûye restçore kirin û hewl didin bi vê yekê vê sîstema faşîst a tevkujer li ser piyan bigirin. Ji bo van tevkujiyan sergirtî bikin jî di 16’ê Nîsanê de referandûma guhertina makezagonê anîne rojevê. Dixwazin faşîzma xwe, tevkujî û dîktatoriya xwe bi civakê bidin qebûl kirin. 

Ji tevkujiya li ser Kurdan re NA!

Eşkereye ku di referandûma 16’ê Nîsanê de ‘erê’ derkeve wê were wateya erêkirina tevkujiyên dîktatoriya Devlet Bahçelî-Tayyip Erdogan ên li Kurdistanê dimeşîne û tevkujiyên siyasî yên li seranserê Tirkiyeyê didomîne û sîstema mêtîngeriyê. Di çerçoveya referandûma 16’ê Nîsanê de derfet heye ku faşîzma 12’ê Îlonê û faşîzma AKP-MHP’ê ji holê were rakirin. Lewra ji bo ji van tevan re em bêjin na, Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk biafirînin divê di referandûma 16’ê Nîsanê de ’NA’ biser bikeve. 

Di serî de Kurd em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, pêşî jî jin, Elewî û Karker hemû bindest, di serî de HDP û ODP hemû dînamîkên civakê di vexwînin ku di çerçoveya kampanyaya referandûma 16’ê Nîsanê de mil bi mil kanpanyaya “Ji faşîzma AKP-MHP’ê re na“ bimeşînin û vê dîktatoriya faşîst ji holê rakin. 

KCK: Mêtîngerî ji hev dikeve

Konseya Giştî ya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 18. salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Rêberê me di roja 15’ê Sibata 1999’an de di encama lihevkirina hêzên hegemon ên navdewletî de bi bêbextiyek mezin radestî dewleta Tirk hat kirin."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:  AKP wer difikire ku wê bi Koalîsyona bi MHP’ê re  û bi siyaseta nijadperest, olperest û faşîzan, vê pêvajoyê qezenc bike û xwe dîsa bi ser hevde bîne. Lê xwe gelekî dixapîne, ji ber Tirkiye ber bi kaosek mezin ve diçe. Li Kurdistan û Tirkiyê êdî hukmê mêtîngeriyê bidawî bûye û wê hilweşe. Ti şansek Tirkiyê derveyî çareserkirina pirsgirê Kurd û demokratîkbûnê, nemaye. Bi siyaseta faşîzan û qirkirinê, kaos kûrtir dibe, welat ber bi  hilweşînê ve diçe. Dewleta Tirk a mêtînger di vê mijarê de bê çare ye. Lê her kes divê bizane Kurd ne bê çare ne."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di rewşa heyî de gelê Kurd, bûye xwedî wê îradeyê ku komploya navdewletî û esareta li Îmraliyê bidawî bike. Azadiya Rêber Apo di rojeva gelê me de ye û her roja li her cihê ku lê ye, têkoşîna vê yekê dike. Em vê sekna çalakger û birêxistinkirî ya gelê xwe, silav dikin. DTendurustî û ewlekariya Rêber Apo, tê wateya pêşeroja gelê Kurd. Gelê Kurd jî wê heta mirinê xwedî li pêşeroja xwe derbikeve.Wek ku Rêbertiya me gelek caran got; Hêvî ji serkeftinê hêjatire! Divê em bi ruhek tije hêvî û bawerî xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Di oxira rojên bedew de têkoşî û berxwedaniya xwe bilind bikin. Her kes wê bibîne ku tenê dilopek xwîna Kurdan jî vala neçûye û wê bi serkeftinê ev yek îspat bibe. Em ê bi gelê xwe re 'Misoger Serbikevin'. Em ê li ser sûrên Amedê Rêbertiya xwe, bihevre û bi azadiyê pêşwazî bikin."

PAJK: Em têkoşîna xwe xurt bikin

Koordînasyona PAJK'ê, bi wesîleya 18. salvegear Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî, ku li dijî gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê de, çalakgerên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ên bedena xwe dan ber agir û mîna gogek ji agir li ber komployê rabûn, Rojbîn Berwar Şehristan û Zîn ên li ser xeta Zîlan li dijî komployê çalakî pêk anîn, hatin bîranîn.

PAJK'ê li ser vê bingehê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Ne tenê şermezarkirin, em ê bi sekn û çalakiyên xwe  bersivê bidin komployê, dawî li komplokeran bînin û civaka azad bafirînin. Weke jinên PAJK'î me ev roj ti carî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em jin bi hêrs in; divê em vê hêsa xwe nîşanî komplokeran bidin. Ji ber ku Rêberî nebe ji bo me nabe." 


 ANF/BEHDÎNAN