
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê û gundên wê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihand. Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku hêzên Kurd, Ereb û Turkmen wê Reqayê rizgar bikin û Tirkiye bi ti awayî di operasyonê de cih negire. Li aliyê din encamên pêşî yên operasyonê jî eşkere bûn û li bereya li başûrê Eyn Îsazê hêzên QSD´ê 10 kîlometroya bi pêş ve çûmn û gelek gund û gundik rizgarkirin.
Fermandariya Giştî ya QSD´ê bi daxuyaniyekê hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê û gundên wê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihand.
Daxuyanî nêzîkî bajarokê Eyn Îsa ê li bakurê Reqayê, ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyên Hemleya Xezeba Firatê, Cîhan Ehmed ve bi zimanê Erebî hat xwendin.
Daxuyanî wekî mizgîniya rizgariyê
Daxuyaniya QSD`ê a ragihandinê wiha ye: "Ji bo gelê me yê bendewar û qehreman li bajarê reşîd yê Reqayê. Em wekî fermandariya QSD’ê mizgîniya hemleya xwe ya leşkerî ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê û bejahiya wê ji hêzên terorê yên cîhanî ku DAIŞ nûnertiya wê dike û ji xwe re qaşo wekî payetexta dewleta xwe bi nav dike, dest pê dikin. Hemle ji 05.11.2016´an roja şemiyê di saetên şevê de destpê kir. Ji bo rêvebirina operasyona rizgarkirina Reqayê û kordînekirina di navbera hêzên ku wê beşdarî hemleyê dibin û kordînekirina eniyên şer, odeya çalakiyê ya bi navê Xezeba Firatê hat avakirin."
Heta bigihîje armancê wê dewam bike
QSD îşaret pê dike ku operasyon heta bigihîje armanca xwe wê dewam bike û dibêje, "Bi vê boneyê em ji hêzên demorkratîk ên cîhanê, gelên herêmê, gelê me yê Sûriyê û bi taybetî gelê me yê li Reqayê re teqez dikin ku operasyona Xezeba Firatê wê bi israr bimeşe da ku bigihîje armanca xwe. Em ê payetexta terora cîhanî ya DAIŞ´ê dorpêç bikin û birûxînin. Em ê di vî şerê ji bo me pir girîng de bi ser kevin, çawa ku em li Kobanê, Girê Spî, Hesekê, Hol, Şedadê û Minbicê bi serketin, em ê di vê hemelya xwe de biserkevin."
Bi kordînasyona Koalîsyona Navneteweyî
QSD hêzên beşdarî operasyonê dibin jî wiha bi kurtî bi nav dike: "Reqa wê bi saya şervan û hêzên xwe ku ji Kurd, Ereb û Turkmenan pêk tê, qehremanên di bin sîwana QSD`ê de, bi beşdarbûneke aktîv a YPG/YPJ`ê û bi awayekî kordîneyî bi Koalîsyona Navneteweyî re, rizgar bibe." Bi vê jî eşkere dibe ku Tirkiye bi ti rengî beşdarî operasyonê nabe.
Banga desteka siyasî, lojîstîk û manewî
Di dawiya daxuyaniyê de QSD banga destekê li dinyayê dike, "Em bang li hêzên Navneteweyî û herêmî yên ku ji terora DAIŞ`ê zerar dîtine beşdarî vê operasyonê bibin, da ku di rûmeta dawîkirina navenda terora cîhanî de bibin xwedî par. Beşdarbûn jî bi rêya destekdayîna lojîstikî, manewî û siyasî ji hêzên ku wê beşdarî operasyona rizgarkirinê bibin. Her wiha em ji saziyên mirovî jî alîkariyê dixwazin, erka xwe ya mirovahî derbarê gelê me yê li Reqayê de ku wê ji terora DAIŞ`ê rizgar bibe, pêk bînin.
Di dawiyê de, em bang li gelê xwe yê qehreman dikin ku dûrî bargehên dijmin bikeve û ber bi herêmên ku wê bên rizgarkirin ve were û tevlî hêzên me bibe. Ji ber ku baregehên dijmin wê bibin hedefa hêzên me û hêzên Koalîsyonê." n REQA
Baskê Eyn Îsa bi pêş ve çûye
Endama Fermandariya QSD’ê Rojda Felat jî da zanîn ku hêzên wan ji aliyê Eyn Îsa ve 10 kîlometroyan bi pêş ve çûne. Rojda Felat di civîna çapameniyê ya îlankirina Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de, bîlançoya şer a heta hingê bi raya gîştî re parve kir.
Rojda Felat diyar kir ku hêzên wan di şerên doh û pêr de bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û wiha axivî: “Baskê me yê operasyonê yê ji aliyê Eyn Îsa ve dimeşe, heta niha 10 kîlometroyan bi pêş ve çûye. Di encama operesyona li vê qadê de hêzên me gundên Wehîde, Um Sefa û gundikên Qirtaca, Westa, Heran û Cera, tevî gelek gund û gundikên din ji çeteyan rizgar kirin. di van çalakiyan de hêzên me tirimpêleke bombebarkirî ya çeteyan ji dûr ve rûxandin”.
Derbarê moral û rewşa şervanên Hemleyê de jî Fermandara QSD’ê Rojda Felat got: “Hemû hêzên di bin sîwaneya QSD’ê de tevlî hemleyê bûne. Şervanên me hemû xwedî moralekî bilind in.”
Li aliyê din Baskê Silûkê jî 11 kîlometroyan bi pêş ket û gelek gund û gundik kontrol kirin. Êrîşên bi wesayitên bombebarkirî yên bi ser herdu baskên operasyonê de jî hatin pûkirin.
Ji bilî gundên fermandar Rojda Felat navê wan bir, gundên Qariyet El Wehbe, Kizwan, Mishafa, Heviniya û Mîfraka Lakta a li ser xaçerêya aliyê Eyn Îsa jî ji aliyê hêzên QSD´ê ve hatin kontrolkirin.
Kî beşdarî hemleya Xezeba Firatê dibe?
Hêzên QSD′ê dest bi hemleya ′Xezeba Firatê′ ya rizgarkirina Reqayê kirin, lê kî beşdarî hemleyê dibe, ji wan pirsan e ku gelekî bala raya giştî dikişîne. Di hemleyê de gelek hêzên şoreşger ên di bin navê QSD′ê de tev digerin, cihê xwe digirin.
Hemle di bin çavdêriya ′Odeya çalakiyan ya Xezeba Firatê′ de, hat destpêkirin. Hêzên ku beşdarî hemleyê bûne ev in:
YPG, YPJ, Lîwa Siqûr El-Reqa, Lîwa El-Tehrîr, Lîwa Şuheda El-Reqa, Tugaya Şuheda Hemam El-Turkam, Lîwa Ehrar El-Reqa, Siwaar Til Ebyed û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.
Hêzên ku di bin navê QSD′ê de tev digerin ji van hêzan bêhtir in. Lê tenê ev hêzên ku navên wan hatin dayîn, beşdarî hemleya ′Xezeba Firatê′ ya rizgarkirina Reqayê bûne. Şervanên ku beşdarî hemleyê bûne ji şêniyên herêma Reqayê û herêmên derdora wê ne. Ango QSD wê paytexta terora cîhanî Reqayê rizgar bike.