Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Fransayê Marsîlya û Toulouse û li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê hat şermezarkirin. Bi vê armancê meşên protestoyî hatin organîzekirin. Li bajarê Marsîlyayê, girseya gel li meydana Canebiere civiya û heta meydana Vieux-Portê meşiya. Girseyê pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re” hilda û dirûşma “Azadî ji Efrînê” got. Çalakgeran bi tilîlî û dirûşman êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di dema meşê de gelek belavok hatin belavkirin. Di dawiya meşê de li meydana Vieux-Portê mîtîngek hat lidarxistin. Qisekeran ji Kurdistaniyên li Ewrûpayê xwest ku destekê bidin pêngava rizgarkirina Efrînê û got, Efrîn wê teqez ji nû ve bibe parçeyek ji Kurdistanê. Mîtîng bi gotina dirûşman bi dawî bû. ´Em bi gelê Kurd re ne´ Êrişên qirrkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Toulouse jî hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Kolektîfa Piştevaniyê ve hate organîzekirin, Kurd û Fransî beşdarî çalakiyê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir û wekîlê Parlamenta Herêma Oksîtanê, Jean-Christophe Sellin lê axivî. Sellin helwêsta dagirker a Tirkiyeyê şermezar kir û diyar kir ku ew ê bi gelê Kurd re bin. Sellin got, “Tevgera Kurd li Tirkiyeyê tevgereke demokratîk a alternatîf e.” Bi navê NCDK´ê jî daxuyaniyek hate dayîn û hate destnîşankirin ku ew nema dikarin xwe li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragirin. Li bajarê Dusseldorfê, ciwanên Kurd tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û qonaxa duyemîn a kampanya “Serî hilde” silav kir. Ciwan bi vê armancê meşiyan. Meş bi gotina dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Azadî ji Kurdistanê re” qediya. NAVENDA NÛÇEYAN