
Şervanên QSD’ê gundê Gidêran ê bakurê Bendava Azadî rizgar kir. Di şer de 10 çete hatin kuştin. Bi rizgarkirina gund re, bakurê Bendava Azadî jî bi temamî ji çeteyan paqij bû. Li aliyê din gelek şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) berê xwe dan bereyên şer ên li Reqayê.
Bipêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li bakur, rojhilat û rojavayê Reqayê dewam dike.
Baskê rojava yê Xezeba Firatê, ji bo rizgarkirina gundê Gidêran ê li bakurê Bendava Azadiyê, doh piştî nîvrojê zend û bendê xwe badan. Di navbera şervanan û çeteyên li gund xwe veşartî de şer qewimî. Di encama şerê heta derengiya şevê kişandî de gundê Gidêran ji çeteyan hat paqijkirin. Bi rizgarkirina gund re bakurê Bendava Azadî jî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Di şerê li gund de herî kêm 10 çete hatin kuştin. Di lêgerîna li gund de termê 3 çeteyan tevî 6 çekên kalaşnîkof, 16 cercûrên kalaşnîkof û 200 fîşekên wê, 2 rext, 200 fîşekên BKC, roketavêjek RPG (B-7), 300 fîşekên çeka akeyis ketin destê şervanan.
Şervanên Ebû Leyla li Reqayê
Gelek şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) û Hêzên Şems el Şemal ji bo tevlî Pêngava Xezeba Firatê bibin, berê xwe dan herêma şer a li bereyên Reqayê.
Şervanên Minbicê, piştî ku axa xwe rizgar kir û jiyan ji nû ve zindî kirin, vê carê berê xwe dan Reqayê. Şervan bi karwanekî ji dehan wesayîtan, bi kêf û coş bi rê ketin. Şervanên ku bi stran û gotina dirûşman berê xwe dan meydana şer, nîşaneya serketinê kirin.
Armanca vê rêwîtiyê, rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ye. 2.200 şervanên MEM û Hêzên Şems el Şemal ji bo tevlî pêngavê bibin, bi rê ketin.
Fermandar Ebû Leyla bi wan re ye
Fermandarê hêzên Şems el Şemal got, "Weke şervanên bajarê Minbicê, em ê tevlî pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bibin. Amadekariyên me yên di vî warî de qediyan e. Bi destûra Xwedê em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û gelê xwe azad bikin."
Wêneyê Ebû Leyla yê li ser milê hin ji şervanan bal kişand ser xwe. Fermandarê Tabûra Şems el Şemal û ji Fermandarên MEM´ê Feysel Ebû Leyla, roja 3'ê Hezîranê ji ber ku topeke hawanê li nêzî wî ket, jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê, operasyona Minbicê ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de hatibû destpêkirin, bi navê 'Ebû Leyla' hate dewamkirin. Bajarê Minbicê piştî şerê 73 rojan di 12'ê Tebaxa 2016'an de bi temamî hatibû rizgarkirin.Şervanên ji Minbicê bi rê ketin, kengî xwe gihandin bendava Tebqayê dest bi şer kirin. Bajarê Tebqayê û Bendava Firatê, piştî şerê 50 rojî ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn paqijkirin.
Reqa êdî xuya dike
Ji eniya ku beşek ji şervanên Minbicê lê ne, hin herêm hatin bombekirin. Di dîmenên ji aliyê Manbij FM´ê ve hatine weşandin, tê dîtin ku şervanên bêtêl di destê wan de, operasyonê koordîne dikin. Li cihê hate bombekirin dûyekî mezin bilind dibe.
Di dîmenekî din de jî li hin gundên hatine rizgarkirin, karê lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan tê kirin. Û bênavber dengê çekan tê.
Şervanên Minbicê cihê xwe di nava operasyona rizgarkirina Reqayê de girtin, ku vê yekê weke operasyona fînalê bi nav dikin. Pêngava Xezeba Firatê di Mijdara 2016'an de dest pê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di serî de Tebqa gelek cihên stratejîk ên herêma Reqayê kontrol kirin, ji gelek aliyan ve dor li Reqayê girtine. Di navbera navenda bajarê Reqayê û şervanan de li hin cihan 2-3 kîlometre mane. Şervanan, bi qasî ku bi çavan bibînin, xwe nêzî navenda bajarê Reqayê kiriye.
REQA