Li dinyayê, li Rojhilata Navîn bigirin heya Ewropa û Dewletên Yekbuyî yên Amerikayê (DYA), hemû zanyar û pisporên siyasetê, îro li ser agahiyek hevnêrînin ku êdî Kurd biryara serxwebûna xwe naterkînin îrade ya tu kesekî û tu welatekî jî... Ji ber ku heya naha, dîzaynkirina jiyana Kurd û Kurdistanê li destê mêtingeran bû, lê ew pêvajo qediya û li paş ve ma...
Sedema wê çi dibe bila bibe, bi her awayî, yanî em bêjin ji ber pêşketina azadixwazî ya gelê dinyayê be jî, ji ber tekoşina dijwar ya li serê çiyan û di nav civaka Kurd be jî, ji ber pêvajoya siyaseta Rojhilata Navîn be jî, her çi awayî dibe bila bibe, êdî şert û mercên berê naha ji aliyê tu tevgerên Kurd nayên qebûlkirin. Kurd êdî nerazî ne, naxwazin di bin koletiya tu kesekî bijîn. Lê ev daxwaz, ne tenê xwestekekeî vikûvala ye; di piştî vê daxwazê de tekoşînên ku bi zor û zehmetiya bi dehan sal hatiye meşandin heye. Tecrubeyên sedsalî, tecrubeyên qetlîaman, kuştinan, agir û şewatan, îşkence, komkujî, ço xwarin, piçûk ketin yên sed salî û hwd hene.
Çavên Kurd, bi qasî giraniya çoyên ku heya naha xwerine vekirîne. Û xêncî gel û îradeya xwe baweriya wan ji tu kesekî nîn e. Jixwe bawerî, dibe ku di milê tekilî û peywendiyên mirov bi mirov de tiştekî baş be, lê ez wek neferê miletekî ku sedsalan ji hêzên welatên mêtinger ço xwariye zanim û dikarim bêjim, di milê siyasetê de tenê bi baweriyê tu meş nabe, tu kar û berjewendiyek jî pêk nayê. Ji ber vê, îspata nêzikbûna azadiya Kurdistanê ya herî mezin ewe ku, êdî Kurd di milê siyasetê de xêncî hêz û miletê xwe, ji hêz û welatên din ne bawer in, pêşerojên xwe û gelê xwe li gorî biryar û sozdayîna kesekî saz nakin.

***
Çend roj berê, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî li DYA bû. Piştî wî jî BDP, bi heyetekê ve naha li heman welatî ye. Ji bona vê jî van rojên dawî niqaşên ku bi pispor û nivîskarên Tirk re tên kirin, hemû li ser vê yekê ye. Li gorî nirxandina nivîskarên Tirk, azadiya Kurdistanê, bi biryara rayedarên Amerîkiyan ve girêdayî ye. Ji ber wê gelek girîngî didin rêwîtiya heyeta BDP’yê. Hemû rexne û nirxandina wan jî tijî tirs û hêrs e.
Lê nizanin ku tevgera azadiya Kurd, ne li gorî dilê Amerîkiyan hate vê merhalê. Şert û mercên îro, bi hezaran şêhît, bi hezaran êş, bi sebr û aran, bi tekoşînên dijwar ya li serê çiya û zindanan, bi berxwedanên dîrokî ve hatiye hecinandin û lewma Kurd îro nêzikî serxwebunê ne. Ne li gorî dilê rayedarên Amerîkiyan, ne li gorî dilê fermandarên Baas, Fars û Tirkan…
Gava ku Geliyê Zîlan bi xwînê miriyên Kurdan ve tijî dibû, ew roj jî DYA li wir bû, û li Agirî, li Dersim, Elezîz û Farqînê çi diqewimiya haya wan jê hebû. Gava bend avêtin qirikê Şêx Seîd û her wiha Seyîd Riza, haya wan jê hebû, em nikarin bêjin ku tiliyê wan qet neketibû nava van buyeran jî... Ji ber vê yekê, heke îro Kurd hatibin nêzîkî azadiya xwe, di gel elîtên wê welatê, û di gel elîtên Tirk, Ereb û Farisan hatin. Di gel wan, îro Kurd xwedî îrade ya xwe ne û xwedî hêz û biryara azadiyê gelê xwe ne.
Lê belê her kes zane ku, tu miletek nikare li ser dinayê siyaseteke xwe bi xwe bişopîne û biserkeve. Kurd jî vê yekê zanin û li gorî vê qrîterê tevdigerin. Her çiqas zilm û zordariyên herî qirêz dîtibin jî, dîsa hiş û aqilê rêveberên Kurd di nav vê axê de ne. Bila nivîskar û pisporên Tirk bi ramana tevane nelîzin û raya giştî netirsînin û nexapînin, wê Kurd pirsgirêkên xwê bi hêzên xwe çareser bikin, ne tevî hêz û welateke din...