Çalakiyên Pencşema Reş ku her hefte ji bo şaredar û siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest bên berdan û dawî li zext û zordariyên li ser Kurdan bê li ber şaredariyên BDP'i tên lidarxistin vê hefteyê jî berdawam kir.
Li navçeya Peyasê ya Amedê çalakiya Pencşema Reş di hefteya 108'an de berdewam kir. Dîsa vê hefteyê jî personelên şaredariyê, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Wekîlê Şaredar Îhsan Avci, Serokê Tum Bel Sen'ê Medeni Alpkaya,  endamên meclîsê jî di navde gelek kes amade bûn. Li ser navê komê Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen'ê Medeni Alpkaya, daxuyanî xwend û bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Alpkaya, anî zimam ku hikûmet li şûna pirsgirêka Kurd çareser bike operasyonan zêdetir dike û pirsgirêkê mezintir dike. Alpkaya, da zanîn ku hemû nirxt bi têkoşîna gelê Kurd hatine bi destxistin û ew dê vê têkoşînê biparêzin. Piştî daxuyaniyê kom li ber deriyê Şaredariya Peyasê 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.

Jinên Kurd têkoşêr in 

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî Çalakiya  Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariyê ya Wêranşarê berdewam kir.  Di çalakiyê de Wekîla Şaredar Fatma Silgir, Hevserkên BDP'ê Bîrgul Ozkara, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê komê Berdevkê Tum Bel Sen'ê Suleyman Çelîk, daxuyanî da û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Çelîk, anî ziman ku di serî de Leyla Guven û gelek siyasetmedarên jin girtîne û xwes hemû jinên girtî serbest bên berdan. Çelîk, anî ziman ku jinên Kurd 30 salin ji bo mafê xwe li qadan in û dê her tim mafê xwe bi parêzin."
Li Dêrikê jî bi heman armancê li ber Şaredariya Dêrikê çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Di çalakiyê de Wekîla Şaredar Dogan Ozbahçeci, endamên meclîsa şaredariyê Endamên Meclîsa BDP'ê, endamên Belediye-Îş û Tum Bel Sen'ê jî di navde gelek kes amade bûn. Endama Meclîsa Şaredariya Dêrikê Aysel Erol, 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û xwest jinên girtî serbest bên berdan.
Li Pirsûsê jî bi heman armancê li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Li vir jî pankarta "Em şaredarên xwe dixwazin" vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Wekîla Şaredar Hulya Demir, endamên meclîsa şaredariyê, endamên BDP'ê û nûnerên KESK, DÎSK û saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Li Qoserê çalakî 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariya Qoserê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyê sivîl ên civakî û pensonelên şaredariyê amade bûn.
Komê wêneyê Şaredarê Qoserê Ferhat Turk rakir û xwestin şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan. Hevseroka BDP'ê ya Mêrdînê İ.Sihem Elveren Alp, Wekîla Şaredarê Qoserê Şerife Alp jî tev li çalakiyê bûn. Nûnera Egîtîm Sen'ê ya Qoserê Duygu Yazıcı, li ser novê komê daxuyanî da û 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Yazici, xwest hemû jnên girtî serbest bên berdan û dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên. Yazici, da zanîn ku di 8'ê Adarê de li dijî tundî, zextan, binçavkirin, sirgun û girtinê têkoşîna aştî, aramî, ewlehî û demokrasiyê dimeşînin û dê têkoşîna xwe bilintir bikin. Yazici, 8'ê Adarê diyarî hemû jinên girtî kir.

‘Vîna me hê jî girtiye’

Wekilê Şaredariya Êlihê Serhat Temel, cigîrên şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl û civakê, endamên Tum Bel-Sen Genel Iş û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiya Pençşema Rêş ya 109'yemîn a li ber Şaredariya Êlihê hate lidarxistin bûn. Di çalakiyê dê pankarta "Vîna me he jî girtiyê" hate vekirin. Serokê Sendîkaya Genel Iş a Êlihê Murat Akin daxuyanî da. Akin, diyar kir ku di dema îktîdara hikûmeta AKP'ê dê ya ev 10 salê berdewam dike dê kuştinên jinan zêde bûyê û got polîtîkayên AKP'ê yên ji bo jinan rêxnekir. Akin, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hikumeta AKP'ê ya ku ji xwe re dibejê ez demokratim ji azadiya jinan qet fem nake. Têne dibejê bila jin mala xwe de rûnê û zarokan bînin. Li vî welatî her roj 5 jin ten qetilkirin. " Akin, tacîza li dijî zarokên girtîgeha li Pozantiyê pêk hat şermezar kir.

  NAVENDA NÛÇEYAN




Li gelek bajaran serdegirtina malan

Yekîneyên midûriyeta polîsan ên Amed, Wan û Edeneyê duh serê sibê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.  Li Amedê gelek polîsan bi ser Akademiya Siyasetê ya BDP’ê de girtin. Li Amedê Cîgira Şaredarê Yenişehirê Guler Menteş û li Wanê rojnameger Adil Harmanci jî di navde gelek kes hatin binçavkirin.
Li Amedê duh di saet sibê de bi ser mala Cîgira Şaredarê Yenişehîrê Guler Menteş de girtin û lêgerîn pêk anîn. Pişytî lêgerînê Menteş binçavkirin. Dîsa di heman saetê de bi ser mala rêveberê MEYA-DER'ê Feyza Alinbay, Endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê Cavidan Yalman, rêveberê BDP'e yê berê yê Erxeniyê Kadri Karakaş û welatiyê bi navê Salîh Karayel de girtin. Di serdegirtina malan de piştî lêgerîna malan Alinba,, Yalman, Karakuş û Karayel binçav kirin.Welatiyên hatin binçavkirin birhin Midûriyetên polîsan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.  Yekîneyên polîsan bi ser Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ya li Semta Huzurevlerê ya navçeya Peyasê de jî girtin. Serdagirtina ji aliyê gelek polîsan ve pêk hate li avahiya Akademiya Siyasetê lêgerîn bi seatan berdewam dike.

Li Wanê serdegirtin 
Li Wanê jî serê sibê yekîneyên midûriyeta polîsan bi ser gelek malan û Pirtûkxaneya Şîlan Kafe de girt. Di serdegirtina malan û pirtûkxaneyê de xwediyê pirtûkxaneyê Yaşar Kulay û welatiyê li kafeyê Ahmet hatin binçavkirin. Di serdegirtina pirtûkxaneyê de 555 pirtûk hatin desteserkirin.  Her wiha li Edeneyê jî di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Piştî operasyonê bertek jî zêde bûn. Li Erganiyê serokê BDP’a navçeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku opersyonê di 14’ê nîsana 2009’an de hate dest pêkirin didomin û got ew van operasyonan şermezar dikin.

AMED-WAN