Înîsîyatîfa Deng Bide Leylayê, peyamên girtiyan weşandin ên ku di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de ne.

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kiribû beriya bi 182 rojan. Li hepsan jî di 16’ê Kanûna 2018’an de grevên birçîbûnê dest pê kiribû û di 1’ê Adarê de jî bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di 30’ê Nîsanê de jî 15 girtiyên siyasî dest bi rojiya mirinê kiribû.

Înîsîyatîfa Deng Bide Leylayê peyamên van girtiyan weşandin.

Di raporê de bang li saziyên Tirkiye û yên navneteweyî hatiye kirin û tê diyarkirin ku name hatine şandin lê bersiv nehatine wergirtin.

Veger jê tine

Di raporê de tê hişyarkirin ku ‘Rewş ber bi cihekî wisa ve diçe ku veger jê tine. Di heman demê de zextên li ser girtiyan jî didomin. Êrişên fizîkî û psîkolojîk tên kirin û girtî tên derbkirin. Mafê girtiyan ê peyvîna bi telefonê û hevdîtina bi malbatê re tê qutkirin. Tansiyon û kîloyê wan bi awayekî bi rêkûpêk nayê pîvand, têra xwe xwê, şekir û lîmonê nadin wan û buhayê van tiştan li kantînên hepsan hatine zêdekirin.”

Di raporê de qala çalakgerên fedaî jî hate kirin ên ku ji bo rakirina tecrîdê çalakî li dar xistine. Di raporê de hate diyarkirin ku çalakgerên bi navê “Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akinci, Sîraç Yuksek û Mahsûn Pamay li girtîgehan çalakiyên fedaî li dar xistine.”

Di raporê de tê diyarkirin ku ji 1’ê Adarê û şûnve li 117 girtîgehan herî kêm 5 hezar girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Di raporê de tê diyarkirin ku Ardil Çeşme, Asli Dogan, Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, Ahmet Anigi, Abdulhalûk Kaplan, Ahmet Topkaya, Ergîn Akhan, Enver Donmez, Ferhat Tûrgay, Îhsan Bûlût, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Erol Cengîz ên ku di greva birçîbûnê de bûn, di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirine.

Peyamên çalakgeran

Di raporê de peyamên berxwedêran jî weke li jêr hatin weşandin:

Ayten Gulsum: Tecrîd li ser Rêbertî û li ser gelê me tê kirin.

Azîme Işik: Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû civakê ye.

Azîze Yagiz: Heta ku tecrîd bi dawî bibe, wê çalakiya min bidome.

Bêrîvan Bîtmen: Bila tecrîd bi dawî bibe, bila ti kes nemire.

Beyaz Yakût: Çi bibe jî ez ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînim.

Esma Başkale: Ez amade me hemû berdêlan bidim.

Gurbet Ektîren: Divê li her dera Kurdistanê jin, ciwan û dayik hewl bidin.

Gurbet Ozturk: Divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi dawî bibe.

Hatîce Kaymak: Bi bêdengbûnê hûn ê nikaribin wijdanê xwe bidin hişkirin.

Hacer Xelîl Yûsûf: Ez careke din werim dinyayê ez ê dîsa li dijî tecrîdê bim.

Mehtap Metîn: Em ê teqez bi ser kevin.

Melek Yalçin: Bila tecrîda li Îmraliyê were rakirin.

Menal Temel: Em ê her hêviya xwe biparêzin.

Mukades Çelîk: Ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Necla Atak: Bila tecrîd were rakirin.

Nûrşen Tekîn: Grevên birçîbûnê nerazîbûneke li dijî neheqiyan e.

Rahşan Aydin: Ez bang li raya giştî ya navneteweyî dikim, bila tecrîd were rakirin.

Rozerîn Kalkan: Divê her kes li dijî tecrîdê hewl bide.

Sebahat Tûncel: Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne.

Selma Irmak: Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser hemû civakê ye.

Sevîn Yaşar: Azadiya Ocalan, azadiya gelan e.

Suheyla Taş: Ji bo jiyaneke mayînde, li dijî tecrîdê çalakiyê dikim.

Şadiye Manap: Jiyan ji bo armancên pîroz tê fedakirin.

Zeynep Taşgîr: Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.

Zelîha Ûstabaş: Ev çalakî dema geşkirina serhildanê ye.

Bayram Aslan: Heta ku em encamekê bistînin çalakiya me wê bidome.

Denîz Ozdemîr: Moralê me bilind e, bi berxwedana gelê me wê moralê me bilindtir bibe.

Menduh Aşkan: Tecrîd neheqî ye.

Mesût Atiş: Ji bo jiyana azad a bi rûmet, me dest vê çalakiyê kiriye.

Selahattîn Yaşaer: Li hemberî tecrîdê bêdeng nemam, hûn jî bêdeng nemînin.

Welat Dûman: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bilind bike.

Zafer Saglam: Daxwazên Leyla Guven û ên me ji bo edaletê ne.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN