Di Newroza Rihayê ku daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mora xwe lê xist de, nêzî sed hezar kesan nasnameyên xwe derxistin û daxwaza nasnameyê kirin. Bi komên NÇM’ê ve coş derket asta herî jor û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan xitabî gel kir, silavên Ocalan pêşkêşî gelên Turd, Tirk, Ereb û yên din ên kul i Rihayê dijîn kir. Piştre parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî gel silav kirin. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş dest bi axaftinê kir û bi daxwaza aştiyê dest bi axaftinê kir. Demîrtaş got ku ew hevduhembêzkirineke bêfikar dixwazin û wiha axivî: “Înşalah ev Newroz dê bibe wesîleya vê yekê.” Demîrtaş bal kişand li ser peyama ku dê Rêberê PKK’ê Ocalan di Newroza Amedê de bide. 

Demîrtaş bilêv kir ku hilbijartinên 7’ê Hezûranê dê qedera Tirkiyeyê biguherîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta 7’ê hezîranê sekn nîne, heke me soz dabe gelê xwe heke me xwe kir îxtidara alternatîf a bûye hêviya hemû bindest rizgar bibin em ê heqê vê yekê bidin.”

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Serkeftina ku dê di 7’ê Hezîrenê de pêk bê dê bibe ya ciwan jin û dayikan. Sandiq emanetî we ye. Em wekî bindestên Tirkiyeyê heke dixwazin ev çûyîn bidawî ibbe em ê vê fersendê baş binirxînin.” Demîrtaş got ku meclîseke ku HDP’ê têde nebe dê kêm be û pêşeroja Tirkiyeyê girêdayî HDP’ê ye, HDP bûye miftiya demokrasiya Tirkiyeyê. 

Demîrtaş anî ziman ku ew ê di 7’ê Hezîranê de nîşanî hemû kesan bidin ku makeqanûneke sivîl û demokratîk dê çawa bê çêkirin, bi makeqanûna ku di navde yekperestî nîne ve dê li cem xizan û cotkarên vê welatî re bin. Dêmîrtaş destnîşan kir ku hêrsa gel dê rojeke qesrê hilweşîne û gel rê xwe rêve bibin.


Newroza Êlih wergeriya serhildanê

Li Êlih bi sedhezaran kes bi coşek mezin derket ber bi Qada Newrozê ve herikî û bi dirûşman Newrozê pîroz dikin. Gires bi ruhê serhildanê ji bo azadiya Ocalan dirûşman berz kirin. Hikûmeta AKP’ê ku xwe li hemberî Newroza Êlihê ne girt êrîşî sedhezaran kir. 

Li Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi tevlibûna seh hezaran kesan bi dirûşma “Êdî bes e ji Rêber Apo re Azadî" dest pê kir. Ji gelek noqteyên bajar welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” qada Newrozê tijî kirin. Li qadê alên YPG, YPJ, PKK'ê rengên kesk, sor û zer û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Li qadê pankarta “Erdogan ji kurdan re dibêjin; çi tiştê we kêm e, edaleta me kêm e, gorên me kêm in, aştiya me kêm e, zimanê me kêm û azadiya me kêm e” hat vekirin. Şahiya Newrozê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. 

Ligel sedhezaran welatiyan Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, Parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata, hevşaredarên Êlihê, Dayikên Aştiyê, HDP, DBP tevli Newrozê bûn.  


Agirê Newrozê li Botanê bilind dibe

Li Şirnexê ku bi şiyara “Êdî bes e ji Ocalan re Azadî” Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Li Şirnexê ku bi şiyara “Êdî bes e ji Ocalan re Azadî” Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes bi kinc û bergên xwe yên neteweyî qada Newrozê xemilandin. Bi rengên kesk, sor û zer serê xwe pêçane, wêneyên Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG û YPG’ê li qadê hatin hejandin. Li ser dikê pankarta ku wêneyê Ocalan li ser heye “Êdî bes e ji Rêber Apo re Azadî” hatiye daliqandin, li qadê jî pankart û dovîzên ku azadiya Ocalan tê xwestin hatine vekirin. Bi hezaran kesên ku qad tije kirin li ber def û zirnê û klamên ew bixwe dibêjin govend gerandin. Her wiha bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” di çiyayên Cûdî û Gabarê de deng veda. 

Pîrozbahiya Şirnexê bi sirûda "Ey Reqîp" ya ji hêla Koroya zarokan a Koma Tîrêjên Rojê ve hatî gotin deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di Newroza Şirnexê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku di sedsala 21'emîn de li hemberî Dehakên hemdem Kawa yên hemdem jî têkoşîneke mezin dide û wiha got: “Îro daxwaza azadiya Ocalan mora xwe li pîrozbahiya Newrozê dide. Piştî rojên tarî êdî bi azadiya Ocalan dê rojên xweş û geş pêk werin." 


Govenda azadiye gerandin

Bi dehezaran welatî herikîn qada Newrozê ya taxa Yenî ya Çewlikê. Li cihê Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK’ê, alên KCK, PKK, YPG û YPG’ê hildan. Li cihê şahiyê Newrozê gel li derdora agir govend gerandin. Dîsa gelek welatiyan di şaneşîna mala xwe de tevli şahiya Newrozê bûn. Newroz piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de yek ji xwişka pêşengê PKK'ê Mehmet Karasungur, Zarîfe Karasungur axivî û diyar kir ku lehengên gelê kurd gerîlayên PKK'ê yên canê xwe ji bo Newrozê kirine feda û silavên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd û şervanên azadiyê re şand.


Li Dêrsimê coşa Newrozê

Bi pêşengiya Meclisa Gel a Dêrsimê bi hezaran kesên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê li kolana Hunerê kom bûn heta Qada Seyîd Riza meşiyan. Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, HDP, DBP, Partîzan, DHF, EMEP û rêveberên ESP’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di meşê de welatiyan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” , “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin. Li qadê parkarta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd û alên HDP’ê li sere hat daliqandin. Piştî vêxistina agirê Newrozê Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu di Newroza Dêrsimê de axivî nirxandina “Em ê ne di bin zilma dîktatoriyê de di welateke azad de bijîn” kir. Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Şaredariya Dêrsimê, hunermend Farqîn, Şenol Akdag û Ayşenur Kolîvar derketin ser dikê. Bi govendan pîrozbahî bi dawî bû. 


Li Mûşê Newroza bi heybet

Li Mûşê bi beşdariya dehezaran kesan ve Newroza herî bi heybet a salên dawî hat pîrozkirin. Di qada ku daxwaza azadiya Ocalan derket pêş de Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek Newroz li hemû têkoşerên azadiyê pîroz kir. Yuksek bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û û wiha got: “AKP şer dixwaze. Heke 400 parlamenteran derxînin dê şer bidin destpêkirin. Em ê tu caran destûrê nedin vê yekê.” Yuksek ji Mûşê 3 parlamenter xwest.  


Li Îdir û Bedlîsê şahî 

Li Îdirê jî bi hezaran kesî Newroz pîroz kirin. Di Newrozê de Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag balkişand ser gotinên serokomar Erdogan ên “çi ye we kême” û bersiva “Dengên ku we ji me dizîne” da. Yuksekdag diyar kir ku AKP bi benda hilbijatinê hêza nûnertiya gelê kurd diziye û wiha got: “We bi nûnertiya siyasî ya dijdemokratîk, bi benda hilbijartinê îradeya siyasî ya gelê me dizî. We dengên me dizîn. Hêza nûnertiya me dizî. Em ji bo tiştên we ji me dizîne têdikoşîn. Em ê dengên ku we ji me dizîn û mafên xwe yê demokratîk ji we bigirîn.”


Li Serhedê şahiyên bicoş

Li herêma Serhedê, li Gever, Çelê, Bazîd, Miks, Gevaş, Taşliçay, Elbak, Qaqizman, Xinis, Qereyazi, Tetwan, Elcewazê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li Bazîdê li quntarê Çiyayê Agiriyê platforma hat danîn bi kesk, sor û zer hat xemilandin û li Geverê jî 50 hezar welatiyên herikîn qada Newrozê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan. 


Li Navçeyên Mêrdînê Newroz

Li Nisêbîn, Mehsert û Şemrexa Mêrdînê, li Bismîl, Erxenî û Şankûşa Amedê û li Misirca Sêrtê bi hezaran kesî berxwedana Kobanê silav kirin û agirê Newrozê hil kirin. Di Newroza Nisêbînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku sala 2015’an dê biba sala azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 


 NAVENDA NÛÇEYAN