ALADDÎN SÎNAYÎC/LONDRA
Li Meliktiya Yekbûyî tevgera herê mezin a kedê û karkeran TUC ye, TUC´yê biryar da ku bi awayekî çalak piştgiriya gelê Kurd bike. TUC´yê beriya niha ji Nelson Mandela kampanya meşandibû û dibêje, ji bo ku pêvajoya aştiyê karibe ji nû ve destpê bike, azadiya Ocalan şert e. Yekîtiya sendîkayan Trade Union Congresê (TUC) di civata xwe ya giştî ya par de biryara piûtgiriya gelê Kurd dabû. Di civata giştî ya îsal de ev biryar nû kir û bi ser de jî biryara mezinkirin û çalakkirina vê piştgiryê da.
Kongreya salane ya TUC´yê îsal di navbera 10-13´ê Îlonê de li bajarê Ingilistanê Brightonê bi rê ve çû. TUC´yê ev pêşniyaz da kongreyê û sendîkayên GMB û NASUWT´ê jî destek dan pêşniyazê. Bi vî rengî ev pêşniyaza piûtgiriya çalak a bi gelê Kurd re weke biryara fermî di belgeyên kongreyê de cihê xwe girt. Ji gelek pîşeyên cihê 52 sendîka ser bi TUC´yê ne û 6 milyon endamê wê bi giştî hene.
Daxwazên ji dewleta Tirk
Di pêşniyaza kongreyê qebûlkirî de daxwazên TUC´yê li 4 xalan hatin dabeşkirin;
* Tavilê dawî li Rewşa Awarte (OHAL) bînin, gavên demokratîk biavêjin û bi PKK´ê re vegerin maseya hevdîtinan,
* Lîderê Kurd Abdullah Ocalan û hevserokên HDP´ê jî di navê de tevahiya girtiyên siyasî berdin,
* Eskerên xwe hemûyan ji Sûriyê vekişînin û êrîşên xwe yên li dijî hêzên Kurd ên li wir rawestînin,
* Destekkirina komên tundraw ên dînî tavilê rawestênin.
Azadiya Ocalan diyarker e
Di pêşniyazê de bang li dewleta Meliktiya Yekbûyî tê kirin ku ji bo pêkanîna daxwazan zextê li dewleta Tirk bike. Di dawiya pêşniyazê de bang li tevahiya sendîqayên mayî tê kirin ku bi awayekî çalaktir destekê bidin kampanyaya “Ji Kurdistanê re aştî ji Ocalan re azadî“.
Endamê Desteya Rêveber a Sendîkaya UNITE Tommy Murphy di axaftina xwe ya ji bo pêşniyazê de got, “ya ji her tiştî girîngtir ew e ku Abdullah Ocalan azad bibe, ev daxwaza me ya herî krîtîk e.“ Murphy axaftina xwe bi gotinên bi “Bimre faşîzma Tirk, azadî ji Ocalan re” bi dawî kir.