Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya Skoçyayê (USSA) xelata rûmetê/endametiya fexrî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Zanîngeh daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku Ocalan sala 1999'an li paytexta Kenya Naîrobiyê ji aliyê CIA û hêzên Tirk ve hatiye girtin. Di daxuyaniyê de têkoşîna ku PKK meşandiye hat bibîranîn û bal hat kişandinî ser bangawaziyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozên salên 2013-2014-2015'an de kirine. Xelata Abdullah Ocalan ya rumetê di 20'ê Tîrmehê de bi tevlîbûna endamên KNK'ê li Glasgowê ji aliyê Endamê Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve dê were wergirtin. Ceylan xelata ku dê were dayîn nirxand û da zanîn ku ev xelat diyar dike ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê li Kurdîstanê,Tirkiyê û Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê belav bûye û hatiye pejirandin.


'Xelata ciwan didin watedartir e'

Ceylan destnîşan kir ku xelata ji alî ciwanan tê dayîn hê watedar e û diyar kir ku ciwanên ku perspektîfên Abdullah Ocalan xwendine û gihîştîne hişmendiya wateya wê ya civakî pir bi nirx e. Ceylan bal kişand ser wê yekê ku Ocalan êdî ji bo hemû civakê perspektîfên çareseriyê bi pêş dixîne û wiha dewam kir: ''Perspektîfên Ocalan herî zêde li ser jin û ciwanan e. Pejirandin û pratîze kirina van perspektîfan bi destê ciwanên cîhanê ji bo Ocalan, ji bo jin û ciwanên Kurd pir girîng e.''


'Me dixwest ku Serokatî xelata xwe kariba bigirta'

Ceylan kêfxweşiya xwe ji girtina xelata rûmetê ji bo Ocalan ku wê bi merasîma 20'ê Tîrmehê li Glasgow'ê were dayîn, îfade kir û got:'' Me dixwest ku Serokatiya me vê xelata têkoşîna 40 salan bi xwe bigirta û peyamên xwe bi ciwanan re parve bikira. Di vî warî de em ê xemginiya xwe jî bi ciwanan re parve bikin.'' 

Ceylan axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Azadîya Serokatiyê ji bo me, ji bo jinan û ciwanan xeta esasî ye. Ji bo pêkhatîna azadiya wî têkoşîna me jî wê dewam bike.''  


 SARYA GOZÛOGLU-ASÎYE TEKÎN/JINHA