Yekîtiya Ragihandina Azad a  Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya piştgiriya çapemeniya azad a Bakurê Kurdistanê de doh Rojnameya Azadiya Welat a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin, li Rojavayê Kurdistanê belav kir.Bi armanca piştgiriya dezgehên çapemenî yên ku ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP`ê ve hatin girtin, Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava, hemleyeke çapemeniyê da destpêkirin.

Di çarçoveya piştgiriya çapemeniya azad a Bakurê Kurdisanê de Yekîtiya Raghandina Azad hezar nusxe ji rojnameya Azadiya Welat piştî têkiliya di navbera Bakur û Rojava de çap kir.

Erka pîşeyî û exlaqî ye

Rêveberiya Ragihandina Azad da zanîn ku armanca wan bi vê hemleyê ew bû ku nameyekê bişînin ji hikûmeta Tirkiyê û wan hikûmetan re ku çapemeniya azad asteng dikin, û ji wan re bibêjin, hûn nikarin dengê çapemeniya azad qut bikin. Rêveberiyê anî ziman ku ew li hemberî van kiryaran bê deng namînin û destnîşan kirin ku Yekîtiya Raghandina Azad a Rojava erka wan a pîşeyî û exlaqî ye ku ew bi vê hemleyê rabin û piştgiriyê bidin hemû çapemeniya azad li her çar parçeyên Kurdistanê.

Darbeya siyasî

Rojname bi awayekî komî doh danê sibehî bi tevlîbûna dezgehên çapemeniyê yên li Rojava, rojnameya Azadiya Welat li Kantona Cizîrê û Kobanê hat belav kirin. Ev nusxeya rojnameyê bi manşeta Darbeya Siyasî derçû. Bergê wê yê dawiyê jî li rewşa dawî ya Şengalê û tesîra operasyona Mûsilê û ambargoya dewam dike bû.

Dewleta Tirk, 29`ê Cotmehê bi biryarnameya bi hukmê qanûnê, ajansên nûçeyan DÎHA, JINHA, rojnameya Ozgur Gundemê, rojnameya Azadiya Welat û Yuksekova Haber girtibû. 


 QAMIŞLO