
Pêkenok jî dê hebin
Rojname dema dest weşana rojane kir, di destpêkê de 8 rûpel derket û piştre hejmara rûpelên rojnameyê derket 12'an. Edîtorê rojnameyê Vedat Kurşun ku 166 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û piştî ku 4 salan zêdetir di girtîgehê de ma û serbest hat berdan li rojnameyê xebatên xwe didomîne, der barê weşana nû ya rojnameyê agahî dan û wiha got: Di 27'ê mijdara 2013'an de emê bi 16 rûpelan derkevin pêşberî xwendevanên xwe. Polîtîka û nûçe bibin 2 rûpel. Rûpelek serbest heye û rûpelek jî ji bo dimilkî tê veqetandin. Di dawiya hefteyê de guhertin heye. Dê 2 rûpel bibin rûpela zarokan, yek bibe pêkenok û rûpelek jî ji bo zindanan bê veqetandin."
Rojname dewlemendtir dibe
Kurşun da zanîn ku dê di dema weşana nû de naveroka rojnameyê dewlemendtir bikin û wiha pê de çû: "Pêwistiya rojnameyê bi pêkenok û karîkatûran hebû. Di dema weşana nû de her roja yekşemê, rûpelek me pêkenok derkeve. Cih bidin karîkaturên gel û yên zindana. Me ji bo girtîgehê rûpelek amade kiriye.
Dimilkî dibe 2 rûpel
Sal û nîvek berê pêveka rojnameyê Verroj bi dest weşanê kir û her hefte pêveka dimilkî hat dayîn û heta niha 80 hejmar derketin. Yek jî jê edîtorê rûpela dimilkî Aytaç Durmuş diyar kir ku di dema weşana nû de Verroj dernakeve û dê hejmara rûpelên dimilkî bikin 2 rûpel û wiha got: "Bi derketina Verroj eleqeya ji bo ziman û çandê zêdetir bû. Dê li vir wiha di Azadiya Welat de her roj 2 rûpel dimilkî derkeve.
ÇETÎN ALTUN-ENGÎN EREN/DÎHA/AMED