Salvegera 4´an a rizgarkirina Kobanê û salvegera 5´an a damezirandina Rêveberiya Xweser bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Şahî li warê berxwedanê, Kobanê li Meydana Şehîd Egîd bi beşdariya bi hezaran Kobaniyan pêk hat.
Di şahiyê de Hevseroka Herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê, Sara Xelîl axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê li malbatên şehîdan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêberê Gelê Kurd û çalakgerên greva birçîbûnê pîroz kir. Sara îşaret bi destketiyên gel û berxwedana Kobanê kir û got, "Dema ku êriş li dijî Kobanê pêk hatin, gelê Kurdistanê hemû sînor rakirin, parastina wê kir heta ku hemû planên dijmin pûç kirin."
Ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê jî got, "Bi îradeya gelan berxwedana Kobanê gihîşt asta serketinê."
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş jî got, "Kobanê keleha berxwedanê ye, li ser sînorên wê hemû xewn û xeyalên DAIŞ`ê hatin şikandin.
Em şopdarên riya wan in
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî jî şehîdên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi bîr anîn û got, "Em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û hemû armancên wan pêk bînin."
Di dawiyê de komên girêdayî Navenda Çand û Huner a Baqî Xido, govendên gelêrî û stran gotin.
ANHA / KOBANÊ