Maça ku li stada Azadî Wûppertalê saet di 15:00 de dest pe kir bi encama 4-1 bi serketina tîma Azadî Wûppertal qediya. Tîma Azadî Wûppertal, ku li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê di Kreîs Lîga B de têdikoşe, du hefteya beriya bidawîbûna lîgê, tîma Yewnan Hellas Wûppertal kir mêvanê xwe. Azadî Wûppetal di vê maçê de bi encama 4-1 li hemberî Hellas Wûppertal bi ser ket û du hefte beriya bidawîbûna lîgê, şampiyoniya xwe ragihand û derbasî lîgek bilindtir bû.


 WÛPPERTAL