SELMA AKKAYA / PARÎS

Furûx Ferrûhzad ji muhimtirîn şairên jin ên Îranê ye. Serpêhatiya jiyana wê piştî mirina wê bi 52 salan, tevî nameyên wê yên berê nehatin weşandin, cara yekê ye ku bi Farisî li ser înternetê hatin weşandin.

Profesor Farzaneh Milani xwe daye ber vî karê giran û kitêba xwe ya bi navê “Furûx Ferrûhzad: Tevî nameyên neweşandî, biyografiyeke wêjeyê” nivîsî.

Milani Furûxê weke şaireke yekê ji rêûresmên şiirê yên dinyayê yên herî dewlemend bi nav dike. Ji bo ku bi Farisî li sansûrê nealiqe, li ser înternetê hat belavkirin.

Furûx Ferrûhzad, sala 1935´an hatiye dinê û hîna 32 salî ji dinya gewrik barkiribû û çûbû. Ew şêwekar, nivîskar, aktrîst û derhêner bû di vê jiyana kurt de. Furûx yanî ronî, di malbata xwe ya çîna navîn de li hawîrdorekê mezin bû ku timî bêhtir qedrê kuran hebû, weke yekê ji 7 xwişk û birayan.

Ew bi întelektuelê bi navê Şapur re zewicî lê vê zewacê 2 salan dewam kir û ji vê zewacê kurekî wê çêbû. Li gorî şerîetê jî welayeta kurî ji bav re ma heman salê ango 1954´an. Di şiirên wê de hesreta kurê wê, û tevahiya tiştên hatî serê wê xwe didin der. Furûx ji ber vê bi kîna mêran re rûbirû ma û demekê jî ji ber ku azad dipeyivî miameleya dînan pê re hat kirin.

Jineke azad, bi azadî nivîsî û sala 1962´yan filma li ser kotî û gulîgirtiyan çêkir ê bi navê “Mala reş“ çêkir. Vê filmê li Elmanyayê di Festîvala Filman a Oberhausenê de xelat bi dest xist. Sala 1963´yan UNESCO û paşê jî Bernardo Bertolucci li ser jiyana wê fil çêkirin û weşandin.

Gava ku ew Sibata sala 1967´an di qezayekê de mir, kitêba wê ya dawî ya bi navê “Em ji destpêka zemheriyê yeqîn bikin” nîvî mabû.