BAGER MORDEM / DÊRA ZORÊ
Bi ya min, tişta herî zor û zehmet ya di nava van şerên qirêj de zarokbûn e. Zarokeke bêyî ku haya wî jê hebe, çavên xwe li cihanekê vedike ku di nava bêhna barût û dengê tang û topan de ye. Her çiqas dayik û bavê wan zarokan jî xwe bi zanebûn xistibin nava van şerên qirêj jî, zarokêkî biryara vê yekê nade. Di rastiya xwe de bûyîna zarok di Rojhilata Navîn de tişta herî zahmet e. Ti kesî derfeta xeyalkirinê nedayê. Tê ferzkirin ku jiyana wan zarokan di nava kafesekê de mîna êsîrekî, bidome. Lê belê çi kes nikarê fikrên sînoran nas nakin, asteng bike? Wan fikran girê bide bi zincirên koletiyê ve? Kenên xweşik yên di lêvan de bitepisîne? Gelo kî dikarê van kiryarên qirêj li ser zarokên sînoran nas nakin, bike?
Kê bi tarîtiyê dikarî!
Bi destpêkirina Buhara Gelan re, li Rojhilata Navîn, hemû netewe dewlet ketin pêşbirkeke qirêj ya ku xwe dispêrê tepisandina tevahiya xweşikatiya ser rûyê erdê. Her çiqas vî şerî dirêj kir û xwestin vê buharê li gorî berjewendiyên xwe li ser civakê ferz bikin, lê bi ser neketin. Sala 2013’an komên çete El-Nusra, Ehrar El-Şam û tevahî komên çete yên ji ketibe û komên xwe veqetiyane, bi piştgirî û alîkariya dewleta Tirk a dagirker komeke bi navê DAIŞ´ê ya ku di paşerojê de tarîtiyeke bê dawî wê serwer bike, hatibû avakirin. Van komên çete ji Mûsilê heta bi Şengal, Reqqa û Minbicê ji nîvê zêdetir xaka Sûrî û Iraqê xistin bin serweriya tarîtiya xwe. Xwestin tevahiya xweşikatiya jiyanê bi rengên reş qirêj bikin. Lê divê ev xweşikatiyên jiyanê bimînin û serweriya tarîtiyê bi dawî bibe. Lê belê, hêz û vîna kê têra vê yekê kir? Kengî çeteyên DAIŞ’ê li xwe mikur hatin?
Tinekirina DAIŞ´ê
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanî kir, bi destên xwe dîroka binketina xwe dan nivîsandin. Hêza YPG/YPJ’ê ku soza serketinê ji gelên xwe re dabû, heta kêliyê dawî, di kolana dawî ya bajarê Kobanî de li ber xwe da û serketina dîrokî diyarî gelên xwe kir. Piştî vê serketinê êdî YPG/YPJ’ê pêngav li ser pêngavê bi ser DAIŞ’ê de meşiyan da ku tarîtiya serwer ji holê rakin. Bi biryardariya ku van hovên ku kenê zarokan di nava tarîtiyê de asê kiribûn, bi bin bixin û kenên azad bibexşînin, gavên dîrokî avêtin. Bi avabûyîna hêza QSD’ê re êdî ji Holê heta bi Reqayê serketinên dîrokî hatin bidestxistin. Paytexta xilafetê hate hilweşandin. Rêza têkbirinê hatibû bajarê Dêra Zorê. Pêngava Bagera Cizîrêniha gihiştiye Qonaxa Şerê Tinekirina DAIŞ’ê.
Di vê qonaxê de rizgarkirina bi hezaran sivîlan jî bi mirov re hestekî pir cuda diafirînê. Di rûye her zarokekê de êş, tirs û keyfxweşiyeke ku nayê pênasekirin, tê dîtin. Ji ber ku ev bi salan e kenê wan di nava tarîtiyê de asê maye, lewma difikiriyan ku vê carê jî heman tişt bibe. Êş dikişandin ji ber ku bayê cemed li canê wan xwe pêçabû. Keyfxweş bûn ji ber ku êdî ji tarîtiya bêdawî xilas bûbûn. Dema ku wan zarokan helwêstên şervanên QSD’ê didîtin, wê demê çirûska azadbûyînê di çavê wan de wekî ronahiyê xûya dikir.
Wekî her zarokekê mafê van zarokên di nava pençên hovên DAIŞ’ê de mayî jî heye ku bikenin, bilîzin. Di şopandina pêngava Bagera Cizîrê de tişta herî zêde bala min kişand û hişt ez bi rojan li ser bifikirim, kenê keçeke temen piçûk a nayê pênasekirin bû. Di rûyê sivîlên ji DAIŞ’ê rizgarkirî de pirsa “hûnê çi ji me bikin?” kir hebû, cerdên DAIŞ’ê ev fikarên qirêj derheqê şervanan de xistibûn serê wan. Mirov bi rizgarkirina wan keyfxweş dibû, lê ewqasî jî xemgîn dibû.
Ew keçika temen piçûk, gava min ew dît, kenê wê pirr bala min kişand, ev cara yekê bû van mirovan dibîne, cara yekê bû ku jinên rûye wan, porê wan vekirî dîtibû; lewma jî matmayî mabû. Ev yek di çav, hest û kenê wê de diyar bû. Keçikeke westayî, birçî û êşa nekarîna bi zaroktiya xwe mîna zarokên dîtir. Porxelek û rû birîn bû. Lê di rastiya xwe de birîna wê di dilê wê de bû. Ji ber ku heta wê kêliyê nekeniyabû, azadiya xwe hîs nekiribû. Azadiyê cara pêşî deriyên xeyala wê keçikê vekiribû. Min gava kenê wê keçikê dît, careke din min di hizira xwe de teqez kir ku doza şervanên vê axê ne dozeke ji rêzê ye. Min fêm kir ku ev şer ne tenê şerekî rizgarkirina bostek axê ye jî. Min hîs kir ku ew giyanên tên feda kirin ne tenê ji bo bidestxistina welatekî ye. Belkî tişta herî buha ya van kêliyan, azadkirina wan kenan e ku di nava tarîtiyê de asê mane.