Zarokên koçber ên li kampa Eyn Îsa bi cih dibin, ji ber germahiya û tinebûna derfetan, jiyaneke zehmet dijîn. Hejmara koçberên Reqayê û Dêrezorê li kampa Eyn Îsa bi cih bûne gihîşt 8 hezarî. Ji 800 zarok in ku temenê wan di bin 10 saliyê de ye. Ev koçber li 300 çadirên biçûk û 15′ên mezin hatine bicihkirin. Hin koçerên ku ji ber paşguhkirina rêxistinên alîkariyê çadir bidest nexistine. Lewma neçar mane ku di bin paçekî an jî di erebeyan de rakevin. Ev yek metirsiya belavbûna nexweşiyan zêdetir dike, taybet di hewa germ de.
Di van wêneyan de jî êşa zarokan û belengaziya ku tê de dijîn, diyar dibe.
Rêveberiya kampa Eyn Îsa ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê anî ziman ku rewşa mirovahî her roj xerabtir dibe û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku desteka alîkariyê bidin koçberan.
REQA